Ferhenga înteraktîv e. Yanê herkesê ku evîndarê zimanê Kurdî bo pêşvebirina zimanê zikmakî û avakirina çavkanî û nêvenga Kurdî kare bi hêsanî bibe endam û li gor zanebûna xwe tiştan lê zêde bike. Ji ber ku em bê dewletin, loma jî erka parastina zimanê Kurdî li ser milên her Kurdekî ku şîrê dayika Kurd miştiye ye. Ev 7 sal e, tirsik.net bê navber di vê rêya de dimeşe. Bo nifşên ku li pey me weein çavkaniyeke xwerû Kurdî diafirîne û dihêle. Kesekî ku bixwaze tiştekî bi Kurdî lêkolîn bike, teqez dê riya wî bi tirşikê bikeve.