Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
95
Di beşa Navdar de (26.5k nirx)
rastkir
Tahir elçi, elçî kiye? Kiye?

1 bersiv

0 deng
(26.5k nirx)
Tahir Elçî parêzer û çalekvanekî Kurde.

Di sala 1966 ê de li Şirnexê hatiye dinê. Xwendina xwe ya seretayî li cizîrê bidawî aniye. Di sala 1991 ê de Fakulteya Dicle ya Dadê bidawî aniye. Di sala 92 yê de wekî parêzerekî serbest kar kiriye. Di navbera 98 û 2006 ê de di rêvebiriya baroya Amedê de cih girtiye. Di sala 2012 ê  de wekî serokê Baroya Amedê hate hilbijartin.

Roja 14 ê cotmeha 2015 ê di bernameyeke CNN Türk de got: "PKK ne teroriste" bo vê yekê dijî wî doz hate vekirin û 20 ê mihê hate girtin. Dîse hate berdan û doz berdewam dikir.

28 ê Mijdara 2015 a li Sur a Amedê dema civîna rojnamevanî de şerê çekdarî rû da û tahir elçi bi guleya ji serê xwe xwarî şehîd ket.

Tahir Elçî parêzerê doza şehîdên Roboskî û bi sedan dozên dîtir yên kuştinên kesan bû yên ji aliyê dewletê ve pêk hatî.
...