Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
92
Di beşa Feza de (570 nirx)

Teoriyên Nisbiyeta Taybet û Gîştî yên Albert Einstein

E=mc^2(Binavûdengtirîn Hevkêşeya Cîhanê)

 

http://www.niviskar.com/ku/lekolin/albert-einsteinemc2binavudengtirin-hevkeseya-cihane-edo-makuyi

Albert Einstein, xwediyê 2 teoriyên pir grîng û binavûdeng bi navên Nisbiyeta Taybet û Nisbiyeta Gîştî ye ku ya yekem di 25 saliya wê û ya duda jî di 36 saliya wê da, hatiye weşandin.

Nisbiyeta Taybet, ji 3 fenomenan, ew jî di lezên pir pir mezin da, pêktê:

Biçûkbûn û serhevdahatina Lorentzê ku heman daketina dirêjahiya cism di riya ku diherike da ye.

Vebûn û berfirehbûna demê ku heman hêdîbûna demê ye.

Mezinbûna giraniya Baristeyê.

Tenê di Nisbiyeta Taybet e ku di suretên pir pir mezin da(di şertên ku suret di dema herikînê da naguhere û wekxwe dimîne- sureta neguher) meriv dikare baweriya xwe bi encamên wê bîne. Bi vê yekê tevgera Cîhana derdora me, di suretên pir pir mezin, bi riya qanûnên ku di jiyana me da nayên dîtin, dikarin bên şirovekirin. Wek mînak, dema ku cismek bi sureta nêzîkê leza Ronahiyê biherike, hingî dema ku ew derbas dike, pir pir hêdî û kin dibe. Hemû alî yan dûriyên wê jî, biçûktir dibin. Bariste yan cirma cismê ku bi leza ronahiyê diherike jî, îdî neguher nine, belke zêde dibe.

Eger cismek bi leza ronahiyê biherike, hingî derbasbûn û herikîna demê jê ra disekine, dirêjahiya wê dibe sifir û bariste yan çiriya wê dibe bêsînor û vediguhere cirmeke pir pir giran.

Yek ji encamên pir balkêş yên teoriya nisbiyeta taybeta Einsteinê, pêwendiya navbera dem û fezayênavber) ye ku dibêje hemû tiştên dinyayê girêdayî hevodin nin û bandoran jî li hev dikin. Bi baweriya Newtonê, dem neguher û sabit e û di her dera dinyayê da jî tevgera wê yeksan e. Lê Einstein, îsbat dike ku ev yek ne rast e.

Mînaka pir pir balkêş ku jibo şirovekirina vê meselê tê bikaranîn, wiha ye: eger ji 2 birayên ku cêwî ne, yek jê li ser erdê bimîne û yê din, bi keştiyeke fezayî ya bi leza nêzîkî ronahiyê ber bi esmîn yan galaksiyan, hereket bike. Dema ku 100 sal ji emrê birayê ser erdê, derbas bibe, birayê ku li keştiya fezayî ye, hê salek ji emrê wî derbas nebuye, yanê tenê salek kaltir buye!

Teoriya Nisbiyeta Gîştî:

 

Jêder: Malpera Hefttîr ya Farsî û Wikipedia

Wergêr: Edo Makuyî, Endazyarê Kîmiyayê, Ji zanîngeha Dewletê, salên 1997-2000

 

http://forum.haftir.ir/thread-1954.html

https://en.wikipedia.org/wiki/Albert_Einstein

http://www.zoomit.ir/articles/etc/21166-einistein-and-relativity

Ji bo hun bersiva vê pirsê bidin, tikaye Têkevinê an jî Bibin Endam.

...