Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
88
Di beşa Navdar de (27.5k nirx)
Çetin Altan kî ye?
Çetin altan kiye?

1 bersiv

0 deng
(27.5k nirx)
Çetin Altan 22 yê Hezîranê 1927 ê li Sitenbolê hatiye dinê.
Nivîskar, Şirovevan, Siyasetmedar û Rewşenbîrekî navdar yê Tirke.

Çetin Altan di nava siyaset û rojnamevaniya Tirkiyê de bi helwest û karê xwe yê demokrat û serhildêr tête nasîn.

Bi xwe ji çanda malbateka Osmanî hatiye.
Bavê kalkê Çetin Altan koçberekî kirimê bi navê Ahmet Kipçakski, Kalkê wî Tatar Hesen paşa ye. Bavê wî dadwer Halit beg, dayka wî nurhayat xanime.
 Fakulteya Hiquqê ya Zankoya Enqerê xwendiye. Di sala 1946 ê de pirtuka destpêkê nivîsî.

Di piraniya rojnameyên tirkiyê de rojnamevanî kiriye.
Di sala 1965-1969 ê de di Partiya Karkeren Tirkiyê de nûnertî kiriye.
Gelek xelat wergirtine û gelek ceza jî wergirtine.

Çetin Altan bi jineke Kurd ya başûrê Kurdistam ve, bi jineke Kurd re zewicî. Navê jina wî Kerime xanim.
Çetin Altan despêkê di radyoya Enqerê de Kerime Xanim nas kir. Kerime Xanim sekreterê bavê Çetin Altan bû.

Hina di 40 rojiya xwe de malbata Kerime Xanim têne Enqerê. Dayka Kerime Xanim Metka Fuad Mehsum e ku di nava tekoşîna rizgariya Kurdistanê de xwedan cihekî berbiçav e. Fuad Mehsum him di nava PDK de, him di nava YNK de di asta bilind de kar kiriye .

Cara yekem Fuad Mahsum di sala 1978 ê  de kariye pey şopa keçmeta xwe bikeve û bi rêka têkîliya li Sitenbolê wêya dibine.

Kerime altan di 18 Cotmeh 1991 ê de jiyana xwe jidest da. Beriya wê hindek kes ji malbata Altana çune başûrê Kurdistanê da ku xwe bighînin malbata xwe.

Li gorî dazanîna Altana. Hetani dayika wan nemir wana ne dizaniyan ku ji dê ve Kurdin.
Li gorî dazanînê piştî mirina dayka wan bi nivîseke Yaşar Kaya ve gihiştine wî encamî ku binemaya wan ji dê ve Kurde.

Lê tê gotin ku jiber nepejirandina Kurdan dayka wan qet xwe wekî Kurd dernebiriye û bavê wan jî ew wekî Ereb daye zanîn.

Lê di salên dawî  de malbata Altan a bêhtir pey koka xwe ketin û peywendiyê xwe bi nasên xwe yê Kurdistanê ve xurttir kirine.

Çetin Altan bavê Ahmet û Mehmet Altan îro  (22.Cotmeh 2015) ê jiyana xwe jidest da.
...