Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
110
Di beşa Malpersazî de (27.5k nirx)
DIV çi ye? di kod, bernamegerî ya malpersaziyê de DIV çi ye? çawa tê bikaranîn, bikêrî çi tê?

1 bersiv

0 deng
(7.6k nirx)
Div di nava bernamegerî û kodên malpersaziyê de tête bikaranîn. Div ji bo diyarkirina beşekê tête bikaranîn. Di wateyekê de wekî qotiyekê, an jî wekî malikekê em karin hilgirine dest. Div beş û sînoran diyar dike û bi arîkariya CSS jî bicihkirin tê pêk anîn. Div wekî malika ye lê şêwe dana wan bi rêka CSS ê çêdibe.
- Dîv ji ber ku kodên kêm bikar tîne û pêdivî bi kodên zêde nahêle ji bo zûbûna malperê başe.
- Ji ber kêm koda cih jî kêm digre. Eve jî dihêle ku malper bi xwe giran nebe û mezin nebe.
- Ji ber ku naverok ji hev cuda dibe û bi rêzê dibe nûkirin, guhertin, ji nûvde rengdan jî hesan dibe.
- Ji bo SEO yeke baş. Bi teybet ji bo mitorên lêgerînê, belgeyên kêm, rêzbûna belga gelek giringe. Bi taybet di mitorên lêgerînê de malperên bi div a hatî amadekirin derdikevin pêş.
- Rûsaziya malpera bi xêra dîva nerm û sist dibe. Di HTML de şêwaz û rûsazî hişke. Tablo an jî malikên berê yên HTML giranin, hişkin ji bo guhertinê ne vekirî ne lê belê rûsaziyên bingeha xwe css nermin û bo guhertinê bikêr tên.
- Ji bo karê tîm û komê jî rehetin. Rûsazî û binemaya malperê ji hev cûda ne. Bi xêra diva bernamegerê rûsaz û yên binemaya malperê hesantir dikarin bi hevre kar bikin.
- Ji bo pêşerojê vekiriye. bi HTML5 pêvekên nû derketine û hemî jî berdewamiya div a pêşan didin.  

Malpersazên Kurdan piranî pergalên berdest bikar tînin. Bi xwe amadekirin, sazkirina rûyê malperê di Kurdan û malpersazên Kurdan de gelek kême. Hebin jî piranî ji bo projeyên bazirganî kar dikin. Di malpersaziya Kurdî de css pir pêş neketiye.
...