Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
124
Di beşa Navdar de (27.5k nirx)
Ahmet Hakan Coşkun kî ye?
Ahmet Hakan kiye?

1 bersiv

0 deng
(27.5k nirx)
rastkir

Ahmet Hakan Coşkun Rojnamevan û nivîskarê Tirke. Di sala 1967 ê de li bajarê Tirkiyê Yozgat ê hatiye dinê. Ji ber ku bavê wî miftî bû li Agiriya bakurê Kurdistanê û çend bajarên dîtir yên tirkiyê jiyan kiriye.

Piştî dibistsna navîn xwendina xwe ya Imam Xatîbê bidawî aniye.

Fakulteya Ilahiyatê ya zankoya Uludag jî çend salan xwendiye.

Bi karkirina di TV ya TGRT dê sala 93-94 ê dest bi karê rojnamevaniyê kir.

Ji sala 95 hetani 2003 ya di TV ya Kanal 7 de kar kir. Piştre di Rojnameya Yeni şafak de nivîskarî kir.

Piştî hingî di rojnameya Sabah û Hurriyetê de nivîsî.
Neha di Hurriyetê de dinivîse û di TV ya CNN turk de bernameya " Herêma Bêalî" (Tarafsiz Bolge) birêve dibe.

Ahmet Hakan êvara 30.09.2015 ê li pêş mala xwe ji aliyê 4 kesa ve rastî êrîşê hat û lêdan xwar.
Piştî xirabbûna pêvajoya bêdengbûna çekan ya li Tirkiyê Ahmet Hakan û çend rojnamevanên dîtir ku di Koma Media ya dogan de kar dikin bûne armanca hêzên hikumetê.

...