Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
+1 deng
256
Di beşa Navdar de (27.4k nirx)
rastkir
Helîm Yusiv kî ye? kiye?

Helim yusiv kiye

3 Bersiv

0 deng
(27.4k nirx)
rastkir

Li Amûdê (rojavayê Kurdistanê) – Sûriyê jidayikbû ye. Fakulta mafnasiyê, hiqûq, li zanîngeha Helebê qedandiye. Ji sala 2000 î ve li Elmanyayê dijî. Xelata romana kurdî di sala 2015 an de wergirt. Xelat ji hêla weşanxana Endêşe ve li Silêmaniyê – Kurdistana iraqê hate dayîn. Pirtûkên wî ev in:

Roman

Sobarto 1999 – Tirsa bê diran 2006 – Gava ku masî tî dibin 2008 – 99 morîkên belavbûyî 2011 – Wehşê di hundirê min de 2018 – Firîna bi baskên şikestî 2019

Çîrok

Mêrê avis 1991 – Jinên qatên bilind 1995 – Mirî ranazin 1996 – Memê bê Zîn 2003 – Auslander beg 2011 – Serdema Qazîmazî 2021.

Lêkolîn

Romana kurdî – kurmancî û zazakî- panoramayeke giştî. Ji 1930 heta 2010 – sala 2011 hatiye weşandin

Şano

  • Komara dînan (Şermola) 1998: Ev şano ji çîroka komara dînan ji pirtûka Mirî ranazin hatiye girtin. Li Stenbolê ji hêla “Teyatra jiyana nû” ve hate lîstin. Li gelek bajarên Kurdistanê, Turkiyê û Ewrupayê hate pêşkêşkirin. Şano di gelek televizyonên kurdan de derket û wekî DVD hate belavkirin.
  • Bidarvekirina pozekî – Monodrama 2001: Ev şano ji çîrokeke bi heman navî ji pirtûka “Jinên qatên bilind” hatiye girtin. Yekem car di mihrecana şanoya kurdî de, li Berlînê sala 2001, hat pêşkêşkirin.
  • Sol û serî – komedya civakî 2007: Ev şano ji çîrokeke bi heman navî ji pirtûka “ Memê bê Zîn” hatiye girtin. Ji hêla koma Avesta ya şanogeriyê ve li Amedê sala 2007 an hate pêşkêşkirin.
  • Mezintirîn rawestgeha tirênan ya cîhanê 2018: Ev şano ji hêla koma şanogeriyê ya bajarê Wuppertal “Wupperspuren” ve sala 2018, bi zimanê elmanî, hat pêşkêşkirin.

Werger

Bi lihevkirina bi Gothe institut-Istanbul re, sê pirtûkên zarokan ji elmanî bo kurdî wergerandin. Her sê pirtûk ji nav weşanên illetişim li Turkiyê derketin:

  • Xiltê biçûk – Werder Holzwarth 2011
  • Werdek, mirin û kulîka nîsanê – Wolf Elbruch 2011
  • Hemû werdekên wî – Christian Duda 2012

Rojname û Kovar

Edîtoriya kovara „Dîwar“ ya çandî, wêjeyî kir ku bi kurdî li Elmanyayê di sala 2013 de derket. Herweha di birêveberiya gelek kovarên kurdî û erebî de cih girt, ji wan „Pêl“, „Orkêş“ û „Ewraq“. Bi salan di rojnameyên kurdî re qunciknivîsî kir, ji wan „Rûdaw“ ku li Hewlêrê derdiket, „Azadiya welat“ ku li Amedê dediket û ji „Kurdistanî nûy“ re ku li Silêmaniyê derdiket. Herweha hîn di „diyarnamê“ de ku di internetê de weşanan xwe dike, berdewam dike.

Televizyon

Di televizyonên kurdî yên satelît de, ku li Ewrupayê weşana xwe dikirin, yên mîna MezopotamyaTV, MedyaTV, RojTV, ji sala 2000 î heta 2011 bernameyeke wêjeyî bi navê „Gava sêyemîn“ ji bo danasîn û nirxandina berhemên wêjeya kurdî amade û pêşkêşkir. Ji sala 2011 an heta 2020 heman bername bi navê „Deriyê din“ berdewamkir.

Lêkolînên li ser berhemên wî:

Pirtûk bi zimanê erebî:

  • Tecrubeyên nû di çîroka sûrî de, cîhana Helîm Yûsiv ya Expressionist. Rexnegir Muhamad Muhyedîn Mîno. Ji nav weşanên Mulhim, Hums- Sûriyê 2004
  • Jînanîgariya cihekî talankirî, lêkolîneke şîroveyî, rexneyî li ser romana Sobarto. Rexnegir Mesûd Hasan, Dimeşq – Sûriyê 2006
  • Ravekirina sembolan di romanên Helîm Yûsiv de – Rêber Hebûn , çapa Ewrupayê-Elmanya 2021.

 Bi zimanê kurdî:

  • Sûretê piştê – barê mêtingeriyê di anatemîya edebî ya Helîm Yûsiv de- , Lêkolîn, Ferzan Şêr e. 2021 ji nav weşanên Peywend derket.

Lêkolîn bi zimanê erebî:

Vebêjî ya destpêkirinê di çîroka kurdî ya nûjen de, bikaranîna bi metirsî ya xeyalkirinê, ya lêkolîner Ibrahîm Mehmûd 2010.

Dosye kovara Wyê ku li Amedê derdiket. Hejmar 7, sal 2005. Hejmareke berbiçav ji nivîskarên kurd li ser berhemên Helîm Yûsiv nîvisandin. Dosye bi vê manşêtê belav bû:“Helîm Yûsiv, nivîskarê ku qonaxan dişewitîne“.

Wergerandina zimanan

Heta niha pirtûkên wî ji bilî kurdî bi erebî, tirkî, farisî, elmanî û ingilîzî derketine.

0 deng
(7.5k nirx)
Cano Şakir îro li ser Helîm Yusiv weha nivîsî;


Ji bo Helîm Yusiv.

Wexta ku min dixwest ez vê kurte nivîsê bi hin gotinên ji nava dilê xwe rêz bikim, sitrana hunermendê mezin Ciwan Haco hat bîra min.
Sê berhem, sê bername, sê rêwîtî bi nivîskar û roman nivîsê kurd Helîm Yusiv re.
Her berhema ku min çap kir , her bernamê bi Helîm Yusiv re nîqaş kirin û bê guman rêwîtiya bi Helîm re ji her tiştî xweştir bû.
Min cara yekem di salê 1995 –1997 de navê Helîm Yusiv bihîstbû. Berhemên wî bi dest xistibûn, her wiha her berhemeke wî bi germî xwendibû.
Min di rêya berhemên Helîm re gelekî ji awayê wî hezkir.
Ez û wî cara yekem di çalakiyeke rewşenbîran ya di tebxa 2002 de rastê hev hatin. Kelecanê ez girtim, berê min nezanî ku ez çawa silavê li wî kim, bêrê kîjan gotinê bikarbînim; „birêz, kekê hêja, rêzdar, niviskarê mezin ...?“
Bê van gotinan, gelek pirsên cûda jî bîra min tevlihev kir. Çi zanim kesek naskirî... xwedan gelek hezkiryan..
Ji ber vê sedemê min ji xwe re digot,
Dibe ku Helîm yek ji wan kesan be ku tu aleqedarîyê nîşanê min nede, bi kenek sar, rojbaşeke sar min bibersivîne, yan jî wek gelek nivîskarên poz bilind bi helwesta xwe min biqewitîne! Wel hasil, min hemû ramanên bi guman dan aliyekî û silav li camêr kir.
Min ji helwest, ken û nêzîkahiya wî fêm kir ku merovekî dilnizim, sîngfireh, candost û gelekî normal e.
Ji duv wê hevdîtinê re, me gelek caran hev dît û hevnaskirina me zêde bû. Piştî ku min berhema xwe ya pêşî çap kir û me bi hev re bername çêkir, hêdî min bêtir jê hez kir.
Bi rêya helwesta wî min zêde ji nivîsandinê hez kir. Kesê ku berhemên Helîm bixwîne û wî ji nêzîk ve nas bike, wê zêde ji wêjeya kurdî hez bike. Xwedê temenê Helîm Yusiv dirêj bike û wî ji wêjeya kurdî kêm neke...
0 deng
(7.5k nirx)
Kurtejîyana Helîm Yûsiv ya vîdeoya Navdarên Kurd ya bernameya Agirî Soran

Her yek ji me çîrokeke wî heye û her yek ji me jî bi awayê xwe bi wê çîrokê re dikeve têkiliyê. Wêje tiştekî weha ye ku her kesî ber bi beşdariyê ve dikşîne, da ku rolekê tê de bilîze. Çîrok ji nivîsandina peyva yekem ji hêla nivîskar ve destpêdike û bi xwendina peyva dawî ji hêla xwendevan ve, diqede. Weha dibêje di destpêka malpera xwe de, HELÎM YÛSIV

Nivîskarê wêjeya nûjen, çîrok û romana Kurdî, di heman demê de, çalekvanê wêjaya Kurdî Helîm Yûsiv  di sala 1967 an de li rojavayê kurdistanê, li bajarê Amûdê ji bavekî serxetî  û ji dêyeka binxetî weku biçûkê bira di nav malbateke 5 kur û 3 keç de jidayik dibe.

Di temenekî biçûk de dest bi nivîsandina çîrokan dike. Di demeka wisan de, ku hemî hevtemenên wî yên şagirt helbest dinîvisandin, ewî berê berê pênûsa xwe dabû nivîsandina çîrokan. Hetanî bi dibistana amadeyî, li Amûdê xwend û ji bo xwendina fakulteya mafnasiyê, çû zanîngeha Helebê. Li gel xwendina xwe, nivîsandina xwe ya bi erebî û kurdî berdewam dikir.

Li Helebê beşdarî «  Şevbuhêrkên wêjeyî yên salane yên zanîngeha Helebê » dibe. Ji destpêkê ve çîrokên wî hem bala rexnegir û komîteyên nirxandina wêjeyê dikişandin, him jî bala xwendevanan.
Ji hêla din ve jî, beşdarî şevbuhêrkên wêjeya kurdî dibû, yên li malan û li jêrzemînan yên dûrî dezgeh û deverên fermî pêk dihatin. Wisa jî ji destpêka salên notî ve li Helebê bû endamekî çalak di « Koma Xanî » ya wêjeya kurdî de.
Yekem pirtûka wî ya çîrokan bi zimanê erebî bi sernavê « Mêrê avis » li Şama paytexta Sûriyê hate weşandin. Ew pirtûka wî ya yekem û ya dawî bû ku bi destûrwergirtina ji wezareta ragihandinê ya Sûrîyê hatibû çapkirin.
Herweha yekem pirtûka wî ya çîrokan bi sernavê «  Mirî ranazin » di sala 199ê de ji hêla weşanxaneya Avestayê ve li Stenbolê hate weşandin.

Bi weşandin û belavkirina berhemên wî re, roj bi roj lêpirsîn û metirsîya rayedarên istîxbaratê dijî wî bêhtir dibû. Ji ber vê yekê piştî weşandina sê pirtûkên çîrokan û romanekê, neçar ma ji axa welat dur veke û di sala 2000 an de berê we da Ewrûpayê welatê Elmanya. Ji vira û pêve êdî jîyana wî ya penaberî destpê dike.
Di sala 2004 ê de, li gel keçeke serhedî ji bajarê Bazîdê jîyana xwe dikin yek û di zewicin.
Du zaroyên keçeke bi navê Lorîn û kurekî bi navê Robîn dibin.

Helîm Yusiv bi jîyana xwe ya berdewam li Elmanya bajarê Wuppertalê hetanî neha 6 pirtûkên çîrokan û 6 jî Roman nivîsandine û belav kirine.

Helîm Yusiv li gel nivîskarîya xwe, di heman demê de wekî mirovekî çalak yê wêjeya Kurdî li gorî dem û derfetê xwe hertim di nava çalekî û lirdaxistinên cûrbecûr yên wêjeyî de cî girtîye.
Nivîskarê Kurd, di rêvebirîya gelek kovaran de cih girtîye. Wekî edîtorîya Kovara Dîwar ya di sala 2013 ê de li Elmanya derketî, kovarên Pêl, Orkêş, Ewraq. Di heman demê de di gelek kovaran de wekî qunciknivîs demdirêj nivîs belav kirine. Wekî Kovara Rûdaw, Azadîya Welat, Kurdistanî Nuwê. Hîna jî di malpera Dîyarname de nivîsan belav dike.
Di televîzyonên Mezopotamya TV, Medya TV, Roj Tv de bernameya Gava sêyemîn bi dehan sal pêşkeş kir. Bername bi taybet li ser nirxandin û şirovekirina berhemên wêjeyî yên Kurdî bû.

Helîm Yûsiv ne tenê di nav Kurdan de, di hola navnetewî de jî, ji alîyê gelek kesên têkildar ve hatîye lêkolînkirin û şirovekirin. Berhemên wî dem bi dem êdî ji bo zaravayê soranî jî têne wergerandin û bi pîtên aramî li başûr û rojhilatê Kurdistanê têne weşandin û belavkirin.

Berhemên Helîm Yusiv di heman demê de ji bo zimanên dîtir wekî Erebî, Tirkî, Farisî, Elmanî û Ingilîzî jî têne wergerandin.

Romana Helîm Yusiv ya bi navê Sobarto di sala 1999 ê de hate çapkirin.
Pey wê re, romana Tirsa bê diran 2006
Gava ku masî tî dibin 2008
99 Morîkên belavbûyî 2011
Weşê di hundurê min de 2018
Firîna bi baskên şikestî 2019

têne çapkirin û belavkirin
Pirtûkên çîrokan
Mêrê avis di sala 1991 ê de,
jinên Qatên bilind di sala 1995 de
Mirî ranazin di sala 1996 ê de
Memê bê zîn di sala 2003 yê de
Auslander beg 2011 ê de,
Serdema Qazîmazî 2021  de hatine weşanddin û çapkirin.
Helîm Yûsiv sê pirtûk ji Elmanî wergerandine Kurdî. Xiltê biçûk ya Werder Holzwarth sala 2011 ê
Werdek, mirin û kulîkla nîsanê Wolf Elbruch 2011
Hemî werdekên wî – Christian Duda 2012
Helîm Yûsiv bi pênûsa xwe û karên xwe ve dîyare dê hîna gelek keviran dayne ser dîwarê wêjeya Kurdî.
...