Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
196
Di beşa Şer de (27.4k nirx)
Ekin Van kî ye?
Ekin wan kî ye?
Kevser Elturk kî ye?

2 Bersiv

+1 deng
(13.8k nirx)
hilbijart
 
Bersiva herî baş
Hevalek ji hevalên neteweya kurd e ku endamek YJA-Starê ye.Di şerê li navçeya Gimgima parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê de, ya ku piştî danebihîziya xwerêveberiyê derket de bi lehengî ji bo neteweya xwe pakrewan ket ser sînga axa pîroz.Piştre ji aliyê leşkerên hov ên desthilata dagirker ve tahde li termê wê yê pakrewan kirin û tazî kirin.Piştî ev hovîtî, bêsincî, bêpûşiliya xwe bêyî bi qasî şaneyekê ji şermê nîşan bidin, mîna karekî gelekî baş kirine wêneyên xwe bi termê wê re kişandin û li ser çapemeniya civakî parve kirin.Tirkên ev wêne dîtin bi nîvîs û şîroveyên xwe kêfxweşiyên xwe deranîtin.
Ew pakrewan kesa ku pêwîst e neyê ji bîr kirin û ji doza wê neyê vegerîn e.
+1 deng
(27.4k nirx)
Ekin Wan (Kevser Elturk)
Şervaneke Kurde.
Li Wanê ji dayik bûye.
10.08.2015 an li Gimgimê(Varto) di şerê navbera Gerîllayên Kurd û artêşa Tirk de jiyana xwe jidest da.
Piştî ku ji aliyê leşkerên tirkve hate şehîdkirin êşkence li meytê wê hate kirin û hate tazîkirin. Piştî vêya leşkerên ev yek kirî wêne li ber termê wê yê tazî girtin û di torbendên civakî de belav kirin.
Ev bûyer bû sedema hêrs û helwesteke giştî.
Piştî vê bûyerê bi 6 roja 16.08.2015. Gerîllayên HPG ketin Gimgimê (Varto) û ragihandin ku desthilata Gimgimê ji destê leşkerên Tirk û dewletê derketiye û ketiye destê Gerîllayên Kurd de.
...