Cemil Oğuz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oğuz di 4’ê Tîrmeha 1998’an di rojnameyê Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê Tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.
Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oğuz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.
Oguz ku demekê edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwar kir, ji 2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.com'ê dike. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncikê bi navê "Diyarê Me" û "Dewey Ma" dinivîse.
Pirtûkên wî
- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)
- Qurtek Evîn (Çîrok, Reşemî 2005, Weşanên Pêrî)
- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)
- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)
- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)
Belgefîlmên wî:
Rewşen (2011)
Mazgal (2013)
Ji bo agahiyên berfireh:
www.aftfilm.com
www.diyarname.com