Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
102
Di beşa Bernamegeriya Torê de (26.2k nirx)
Cloudflare çi ye? çiye?

1 bersiv

0 deng
(6.1k nirx)
Cloudflare pergaleke bernameya torbendê ya lezkirin û ewlekariya malperane.
Cloudflare Ip a pêşkeşkerê(Serverê) vedişêre û êrîşên dijî malpera asteng dike.
Cloud Flare di sala 2009 an de destpêkê bi navê Honey Pot ji aliyê Matthew Prince, Lee Hollowey û Michelle Zatlyn hate pêşxistin. Armanca vê pergala torê ev bû tevayî pêkanînên di nava iframe de têne avakirin û bikaranîn aliyê wê yê pêşkeşkerê bête bihêzkirin û bi rengekî zel bo mirovan bête veguheztin.

Komên Hackeran di sala 2014 an de êdî dikarîn di saniyê de 400 GB êrîş pêk bînin. Û hate aşkerekirin ku CloudFlare dikare êrîşekî bi vî rengî jî asteng bike.

Hemî companya û saziyên giring û mezin yên cîhanê di vê demê de Cloud Flare bikar tînin da ku malperên xwe biparêzin û bi rengekî ewle bighînin xwendevanên xwe.

Cloud Flare li gel ewlekarî û lezbûna torê gelik karên dîtir jî pêşkeş dike. Li gel vana çendek jê wekî hejmarbêjiya googlê û gelik karên dîtir yên giring ji bo torvana rave dike.

Wekî dîtir jî dema ku malper nayête weşandin, Cloud Flare dihêle ku bi rengê xwe yê dawî bête weşandin. Malperek bi rêka CloudFlare sedî 30 leztir dibe û xeta weşanê ya bikar tîne jî sedî 60 kêmtir dibe. Bi vî rengî ewlekariya malperê jî zêde dibe. CloudFlare hîna di asta ceribandinê de bi milyona êrîş asteng kirine.
...