Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
158
Di beşa Xwarin de (7.5k nirx)

1 bersiv

+1 deng
(7.5k nirx)
hilbijart
 
Bersiva herî baş
Bestenî, bi Ingilîzî; Ice Cream, bi Elmanî Eis
Bestenî, glasê komekê şîraniyan e ku ji qeşa û şîrê tê çêkirin. Bi bandora zimanên Ewropayê, kurdên li Ewropa îs, îskrêm jî dibêjin. Kurdên êdî baş bi zimanê xwe nizanin wê bi tirkî (dondurme) yan bi erebî û farsî jî binavdikin.

Cûreyên Besteniyê;
Li Ewropayê xwarin û hilberîna besteniyê bo norman ve hatiye girêdan. DadweriyaYEyê ne tenê bestenî, tevahiya xwarin û xurdemeniyê bi norman ve girêdaye. Mirov nikare her tiştê tevlî besteniyê bike, ji madeyên organîk pêk hatiye. Bestenî ne ewçend dirêj tê xwedîkirin, besteniya baş a teze ye.
Gorî pirraniya têkela xwe, hin ji cureyên wê:
    Besteniya kremayê, kremabestenî
        Besteniya qeşayî
    Besteniya fêkiyan
    Besteniya fêkî û kremayê
    Besteniya şîrî (herî kêm 70 % şîr)
    Besteniya ji gelek têkelan
    Besteniya avî

Xurdemeniyên din ên dikevin besteniyê (yên sereke)
    Bindeq
    Gûz
    Kuvark
    Aroma
    Hêk
...