Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
86
Di beşa Navdar de (27.5k nirx)
Hesen Zîrek kî ye? Kiye? Hesen zirek

1 bersiv

0 deng
(7.6k nirx)
Nivîsa ji bo vîdeoya kurtejîyana Hesen Zîrek ya di Kanala Agirî Soran a YouTube de hatî weşandin.

Hesen Zîrek 29 ê mijdara 1921 li gereka Serqeleya Bokana Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Navê wî Hesen Esedî Bokanî ye, lê wekî Hesen Zîrek tê naskirinê. Di sala 1932 yê de, Hesen Zîrek hîna 11 salî bû, bavê wî koça dawî kir. Piştî koça bavê wê, dayika wî di zewice, piştî vêya êdî li gel xwişkek û du birayên xwe bêkes û şerpeze dimînin. Jîyan êdî ji bo Hesen Zîrek dibe holeka gelekî dijwar. Lê belê hîna di temenê 10 salî de êdî dest bi gotina sitranan kiribû û carcaran li gel sitranbêjên deverê yên wê demê Mûkrîyan Ebe Çaweş û Heme Hûsên Çawêş diçû şahîyan û sitran digotin. Di jîyana xwe de, gelek karên sext û zehmet kirine da ku jîyana xwe birêve bibe. Hesen Zîrek di 33-34 salîya xwe de êdî sitrana xwe ya yekem tomar dike û bi rêka Radyoya Bexda dengê xwe gehande Kurdan. Ji wê rojê û pêve êdî Kurd guh didin deng û hestên Hesen Zîrekê şerpeze, derbeder û penaber.
Li gorî Hesen Zîrek bixwe dibêje Mam Celal Talebanî ew bi berpirsên radyoya Bexdayê daye nasîn û arîkarîya wî kirîye da li wira sitrana bêje.
Piştî çar salan, 14 ê Îlona 1958 ê Hesen zîrek vedigere Rojhilatê Kurdistanê. Wê demê Radyoya Tehranê jî ya Kurdî hatibû vekirinê û Hesen Zîrek tevlî karên Radyoya Tehranî beşa Kurdî dibe. Di sala 1958 ê de li gel jina bi navê Medya Zendî jîyana xwe dighînine hev û bi navê Arezû û Sakar du zaroyê wan çêdibin.
Du 14 ê Tebaxa 1962 ê de, li Kermanşa radyoye hate damezirandin û Hesen Zîrek ji bo vê radyoyê hate hinartin. Êdî berê wî ketibû Kurdistanê û di nav civaka Kurd de, karên xwe û jîyana xwe dê bidomanda.
Di sala 1966 ê de ji radyoyê tê derxistin, ji ber xwedanê radyoyê dibêjin Hesen Zîrek 1000 sitran tomar kirîye ji bo me û êdî pêwistîya wana pê nemaye.
Di heman salê de Elî merdan, Miehemed Arif û Hesen Cizrawî têne Kirmanşa dixwazîn wîya vegerînin başûrê Kurdistanê. Lê dema rayedarên radyoya Îranê vêya dibihîzin, ji ber çûyîna wîya Îraqê ne bi dilê wane, hemî pereyê wî yê hetanî hingî nedabûnê de didinê û careka dîtir wîya digrin nava karê radyoyê. Lê belê ev rewş jî dirêj dewam nake, piştî ev şande vediger dîsan perê wî têne birînê. Ew jî dîsan berê xwe dide başûrê Kurdistanê. Di rêka Bexdayê de ji alîyê polîsên Îraqê ve tê girtin û nîzîkî salek û nîvê di zindanê de dimîne. Li gorî Hesen Zîrek di kaseteke xwe de dibêje, di 18 mehan de, bi biyanoya sîxurîya îranê gelek azar û êşkence lê hatîye kirin. Piştê azadbûna xwe dîsan vedigerê Îranê û vê carê jî, ji alêyî Sawaka îranê ve tê girtinê. Piştî azadkirinê êdî Hesen Zîrek dikeve qonaxeka dîtir. Dest ji hertiştî berda bû. Hetanî êdî bi jina xwe û zaroyên xwe ve jî mijûl nedibû. li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, Ji xwe re qehwexaneyekê vedike da bikaribe xwe pê xwedî bike. Ev Qehwexane dibe cihê kombûn û civana hunermend, rewşenbîr herkesê wî dinasê û nenasê. Lê ji ber vê hezkirinê jî dibû armanca êrîşa û lêdan dixwar.

Hesen Zîrek bi arîkarîya xanima xwe Mêdya Zindî bi navê Çirîkey Kurdistan pirtûkek nivîsandîye û hemî jî ji helbestan pêk tê. Di sala 1966 ê de hatîye weşandin û di pirtûkê de serpêhatîyên Hesen Zîrekî jî cih digrin.
Di sala 1971 ê de li nexweşxaneya Bokanê radizê û ji ber nexweşîya penceşêrê êdî demên xwe yên dawî dijî. Piştî bi vîya dihese êdî sitranên xwe yên dawî li nexweşxanê dixwîne.
26 ê Hezîrana 1972 ê li mala xwişka xwe Sarayê koça dawî dike.
Berîya mirina xwe, Hesen Zîrek daxwaz dike ku wî li girê Naleşikên yê Bokanê veşêrin. Lê belê mamosteyên olî destûra vê yekê nadin û wî di nava goristana bajêr de vedişêrin. Piştî hingî, bi dakokîya dayika wî, termê wî ji wira tê derxistin û li girê Naleşikênê tê veşartin. Ji wê demê ve ew gir êdî dibe cihê serdana Kurd, azerî û farisan.

Hesen Zîrek, çendîn xwendina xwe pir baş nebe jî, hîna di temenê zarokatî de dest bi sitranbêjî yê kirîye û bi temenê ciwanî ve êdî bi her alî ve ketîye nava hunera sitran û kilam û muzîka Kurdî. Ji ber li gelek deverên Kurdistanê gerîyaye, gelek helbest û sitran û kilam berhev kirine û bi şêwazê xwe sitrandine. Hejmara sitranên Hesen zîrek nayê zanînê. Lê belê li gorî hizrekî nêzîkî 700 sitran gotine.
Hesen Zîrek di nava şerpezeyî û perîşanîyê de jîya lê belê bi dengê xwe, bi awazê xwe, bi sitran û helbestên xwe hetanî roja îro ji bo hemî hunera Kurdî û hunera rojhlata navîn bûye jêder û ronahîyeka nemir.

Di wê qonaxa ku asîmîlasyona tirkan li ser Kurdan dijwar bû, bi dehan sitranbêjên Kurd werçerxandin û sitranên Hesen zîrek wergerandin Tirkî û bi wan dane gotinê. Sitranên wekî Yalla Şofêr, Wekî Dîdem zara û hîna bi dehan sitranên dîtir ji ber Hesen Zîrek hatine wergirtin û wergerandin.
...