Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
139
Di beşa Feza de (26.5k nirx)
Kadiz çi ye? Çiye?

1 bersiv

0 deng
(450 nirx)

Ku meriv şevên sawî (sayî) li ezmên dinêre gewraxîyeke dirêj xuya dibe, ji wê re dibêjin Kadiz û em di nava vê galaksiy3e de ne. Ew gewraxîya ji komeke stêrkan tê. Di Kadizê de di navbera 200 û 400 mîlyar stêrkî de hene û stêrka herî kevn 13.2 mîlyon salî ye.

Navê kadizê ji mîtolojîya kurdan tê. Gorî çîrokê yek dihere dizîyê kayê xwedê. Tûrî xwe tijî dike heldide xwe dihere lê tûrî xwe yî qul bûye. Wêlomê li şopa wî wek rîyeka gewr dimê. Li ser vê meseleyê bi vê galaksîyê re dibêjin kadiz. Navê wê yê tirkî jî dîsa wek mîna kurdî ye û ew dibêjin samanyolu (Riya kayê). Çima tirkan dibêjin ne bawere lê îhtîmale ku navê xwe ji eynî çîrokê tê. (servîsa nûçeyên zanistê)

http://zanist.hawarnet.net/2014/02/nave-kadiz-ji-ku-te.html

(13.8k nirx)
Wekî hemû tiştan ev nav jî ji me dizîtine.Tiştekî veşartî tune ye.
...