Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
62
Di beşa Navdar de (26.5k nirx)
Azad Zal kî ye? kiye?

1 bersiv

0 deng
(26.5k nirx)

Azad Zal nivîskar, rojnamevan, wergêr û rexnegirê wêjeyê yê kurd e. Azad Zal di 7ê Adara 1972an da li Gundê Çawuşelîkeya (Çawişelikya / Çavşeliqya; navê kevin Gulamîran) ku bi Navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatiye dinyayê. Wî li ber destê bavê xwe perwerdehiya sereke ya bi kurdî û erebî dîtiye. Şûn de li gund dibistana seretayî ya Tirkî xwendiye (1979-1984). Sala pêşî ji ber ku mamosteyê wî kurd bûye û mirovekî baş bûye, zêde bandora çanda Tirkî li ser wî çê nebûye. Ji ber ku nasnameya wî tune bûye li gund pênç salên dibistana seretayî bê nasname xwendiye. Lê ji bo ku ew dibistanê berdewam bike û li bajêr perwerde bibe nasname pêwîst bû. Piştî dibistana seretayî sê salên wî diqedin hê nasname tê derxistin. Navê wî jî diguhere dibe Mehmet.

Dibistana navîn û Dibistana amadeyî li Amedê dixwîne. Bi kutakirina dibistana amadeyiyê re di Berfanbara 1992yan da ji ber sedemên polîtîk tê girtin. Li ser pirsgirêkên siyasî lê doz tê vekirin û tê darizandin. Di encama darizandinê de 22 sal û 6 meh ceza lê tê birîn. Li Zîndana Amedê, li ya Dîlokê, li ya Giresunê û li Zindana tîpa Feyê ya Sîncanê (Enqere) bi tevahî 12 salan girtî dimîne.

Di sermaweza 2004an de ji zindanê tê berdan. Piştî tê berdan li Rojnameya Azadiya Welat dest bi karê rojnamegeriyê dike. Li Azadiya Welat edîtoriya beşa cîhan û dîplomasiyê dike û karê wergerê dimeşîne. Şûn de derbasî Enstîtuya Kurdî ya Amedê dibe û di rêveberiya Enstîtuyê de wekî berpirsê kar û barê weşanê cih digire. Her wiha piştî ku Kovara W dewrê Enstîtuya Kurdî ya Amedê dibe; ji hejmara 13mîn şûn de edîtoriya weşanê ya kovarê jî digire ser xwe.

Di duyemîn Kongreya Asayî ya Komeleya Niviskarên Kurd de (2007) ji bo lijneya rêveberiyê tê helbijartin û wekî cîgirê serokê komeleyê peywir digire. Zal di heman demê de li Akademiya Dîrokê ya Rojhilata Navîn jî kar û barê redaksiyona xebatên Kurdî dike. Di derveyê vana de mamostetiya Zimanê Kurdî, wergera sîmultane, ya nivîskî, tîpguhezî û tîprêzî (ya erebî-latînî / latînî-erebî), grafik, dîzayn û rûpelsaziya (mîzanpaj) pirtûk, kovar û hwd., dike.

Zal, di 22yê Avrêla 2011an de bi navê Weşanên J&J weşanxaneyekê vekir û dest bi weşana J&J Ensîklopediya Kurdî kir. Ew gerînendetî û edîtorî û berpirsiyariya giştî ya Weşanên J&J dike.

 

Berhemên wî:

  • TEŞÎ (Pûşper-2009), Weşanên AVA, Helbest, ISBN 978-605-89342-0-7
  • ZIMANÊ KURDΠRezber-2009) Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Rêziman, ISBN 978-605-60745-2-3
  • SÛZÊ Û HIRÇ Berfanbar-2009) Weş. Şaredariya Kayapinarê, (Berhevkirin), ISBN 978-605-88972-4-3
  • RÊWΠ(Kewçêr-2010). Weşanên AVA, helbest, ISBN 978-605-88436-9-1
  • J&J ENSÎKLOPEDIYA KURDÎ-Fasîkul-1 [A-ADEM] (2011). J&J, Ensîklopedî, ISSN 977-2146-6238
...