Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
+1 deng
144
Di beşa Şûn û War de (27.4k nirx)
Kurdistan çi ye? Çiye? Kîdere? Çiqas mezine? Kîjan netew li ser dijîn? Dewlemendiyên sererd û jêrerdê çi ne? Xwedan co û hewayeka çawane? Rewşa xwe ya jeopolîtîk çi ye?

1 bersiv

+1 deng
(820 nirx)
hilbijart
 
Bersiva herî baş

Kurdistan welatekî Rojhilata Navîn e û welatê kurdan e.

Welatê Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îranê de hatiye perçekirin. Li gor vê perçebûnê beşên Kurdistanê wiha tên binavkirin:Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê.

Peyva Kurdistan tê wateya "welatê kurdan" û cara yekê ji aliye selcûqiyan ve, di sedsala 11an de hatiye karanîn. Selcûqiyan navçêya Bahar, li başûrê Hamedan bi Kurdistan navkiribûne. Gorî Şerefxan Herêma mîrgeha Melkişî, Dêrsim, ji aliyê herkesî ve wek Kurdistan dihat nasîn.

Dîrok

Nexşaya ke Mahmud Kaşkarî pirtûkaDivânu Lügati't-Türk ta xêz kirî. (11. sedsal) Le ser nexşeda Axa Kurdan Ard'ul Ekrad) lekirî ye.

Nexşeya Rojhilata Navîn (1883). Kerkûk ji aliyê Osmaniyan weke bajarekî Kurdistanê hatiye destnîşankirin

Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ye. Bi kêmayî ji Împeratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên helen, romî, bîzansî, ereb, farsî û paşiyê jî osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.

Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetiyên civakî ye ku Kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.

Erdnîgarî

Welatê kurdan Kurdistan îro welatekî dagirkirî û parçekirî ye. Bi hezaran gundên kurdan hatine şewitandin û bi milyona kurd ji cih û warên wan hatine derxistin, mecbûrî koçberiya derveyî Kurdistanê hatine kirin. Di van sedsalên dawî de bi armaca bidestxistin û kontrolkirina welat û êlên Kurdan gelek êl ji Kurdistanê hatin durxistin û li deverên dûrî Kurdistanê hatin bicihkirin, weke mînak Kurdên Anatoliya Navîn, Kurdên Xoresanê, Kurdên Kafkasyayê û gelekên din. Di heman demê de bi armaca asîmîlekirina kurdan û dagirkirina cih û warên kurdan gelek êlên ne kurd li Kurdistanê hatin bicihkirin, weke erebkirina başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Sedam, Kembera erebî li Rojavayê Kurdistanêdi van dehsalên dawî de û bicihkirina bi milyonan tirk û tirkoman li bakurê Kurdistanê. Ji ber vê rewşê gelek nexşeyên Kurdistanê jî aliyê gelek kes û rêxistinên ne kurd hatin çêkirin û belavkirin, bêgûman heryek bi armancên xwe ên polîtik û şaşagahdarkirina kurdan û raya giştî. Di gelek ji van nexşeyan da, beşên mezin ji Kurdistanê ji Kurdistanê hatine veqetandin û wiha tê nîşandan kû ne Kurdistanin. Ji aliyê piraniya rêxistinên kurdan nexşeya Kurdistanê ku li jor hatiye bicihkirin weke rasttirîn nexşe, kû piraniya herêmên kurdan di nav xwe de digrê, tê dîtin.

Civak

Pirraniya neteweyî ya Kurdistanê neteweya kurd e; lê belê neteweyên din jî hene; tirk, îranî fars), azerî ecem), ermen, ereb, tirkman û asûrî jî li Kurdistanê welatî ne.

Pêkhateya neteweyî
ya rûniştvanên Kurdistanê (1995) %Kurd85,9%Tirk5,3%Ereb3,6%Ecem3,1%Fars2,9%Asûrî2,2%Ermen1,5%Tirkmen1,4%Neteweyên din4,1%

Ala

...