Mîna li hemû wesleyên mirov ra/reh hene di pinda mirov de jî hene.Bi hin sedemên cuda carina xwînhênerên (xwînhêner:Rayê ku xwînê berhev dike û dibe ji dil re) pindî bi awayekî neasayî, gelekî fireh dibin û gilokan pêk tîne; ji van gilokan re bawesîr tê gotin.Bawesîr ji ber fişara zêde ya li ser dîwarê pindê demekê dom dike, pêk tê.Bawesîr wekî bawesîra der û bawesîra hundir vediqete diduyan.Nexweşî ji 4 gihînekan pêk tê.Ku nexweşî di gihînekên dawiyê de be ji bo tenduristiya mirov rêbaza baştirîn jêkirina gilokan e.