Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
78
Di beşa Felsefe de (5.5k nirx)
Tevgera Reformê çi ye?

1 bersiv

0 deng
(5.5k nirx)
Tevgera reformê (reformation) tevgereka olî ye û li hemberî dêra katolîk, li dijderketinek e.

Lewra, dêra katolîk ya wê demê, di rewşeka xirabûyî de bû û ji erkên xwe yên eslî, gellekî dûr bibû. Tevgera reformê, encamekê tevgera ronesansê û dilêrîneka nû ya olî ye.

Ronesansê bêguman ne tenê din guhertiye, dilêrîna mirov, hiqûq û dewletê jî guhertiye.

Di tevgera reformê de, dijberiyek li hemberê dêra heyama navîn û skolastîkê heye ku, skolasîzm jî felsefeya dêrê ya fermî bû û reform, daxwaz kiriye ku dêra kevin hilweşîne û dêra xwe ya nû damezrîne.

Ev xwestek di destpêkê de ne wiha bû. Lewra, reform bi awayekî şidyayî bi mistîsîzmê re girêdayî bû û paşê, ev tevgera reformê hate guherîn. Ji ber vê yekê jî, reformê berê xwe dabû filehtiya ewilî ku dêrê ew xira kiribû û dixwaze ku civatê, ji ketumetbûnên heyama navîn zû bi zû rizgar bike.
...