Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
74
Di beşa Felsefe de (5.5k nirx)

Zanayî çi ye?

1 bersiv

0 deng
(5.5k nirx)
Zanayî, hilberek e. Lewra, di encama têkiliyekê de dertê holê, ev têkilî jî, di navbera kirde (subje, subject) û wanekê (obje, object, nesne) de ye. Ango, mirov bi heyînên hawirdor û bi berdêla wan ya di hişê xwe de dizane.

Çalakiya zanînê ya di navbera mirov û wanekê de wisa ne serberdayî ye û di pêvajoyekê de dertê holê.

Di vê wateyê de pêzan (kirde, subje, mirov) ber bi ê ku tê zanîn ve (wanek, nesne, obje, object, heyîn) bi armanca zanînê, (keşifkirin, dahûrandin, derxistina holê ya taybetmendiyên wê, derxistina holê ya hêlên wê yên cuda û hwd.) diqeside.

Di vê demê de wanek (nesne) xwediyê taybetmendiyeka balkêş e, bala kirdeyê (suje) dikşîne ser xwe û kirde, jê (ji wanekê, nesneyê) ketumet dibe.

Wek mînak: Wanek, li ser rûyê erdê xwediyê cîhekî ye, mezînahiyek û şeklekê wê heye, xwediyê reng û bêhnekê ye û hwd. Ji ber vê çendê jî em dibêjin ku zanayî hilberek e û di dawîya (encama) têkiliya kirde û wanekê de dertê holê.

Bêguman, danasîneke bi vî rengî gelek têgehan di naveroka xwe de diguncîne ku, li benda ronîkirinê ne. Mesela: Têkiliya têgehên wek kirde, wanek, sehek, fikirîn, hiş û hwd. rasterast bi zanayîyê re heye.
...