Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
+1 deng
104
Di beşa Derûnnasî (Pisikologie) de (5.5k nirx)
Mirov çima dibin mijara psîkolojiyê?

1 bersiv

0 deng
(5.5k nirx)
Mirov, babeta psîkolojîyê ye. Hemû xebatên ku bi armanca fêhmkirina tevgerên wî têne kirin, di nav sînorên qada psîkolojîyê de ne. Lê ne tenê tevgerên mirovan, pêvajoyên zêhnî jî ji bo psîkolojîyê babetên vekolandinê ne; çimku di bingeha tevgerên mirovî de, ev pêvojo hene. Xwarin, vexwarin, razan, dîtina xewnan û ajotina bisiklête, êş, hezkirin û gelek çalakîyên din, tevger in. Ji bo pêkhatina tevgeran pêdivî bi zêhn, fikirîn û hişê heye, ku ev jî pêvajoyên zêhnî ne û wek bingeha van pêvajoyan in.

Herweha psîkolojî qîma xwe bi tenê bi fêhmkirina van pêvajoyan nayne û dixwaze ku tevgerên mirovan yên çewt,  sererast jî bike.
...