Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
+1 deng
94
Di beşa Civaknasî de (5.5k nirx)
Girseya Civakî çi ye?

1 bersiv

0 deng
(5.5k nirx)

Girseyên Civakî 

Di navbera girseya şexsan de, nêzîkatîyeke fizikî heye. Lê, mirov nikare bibêje ku ew di nav têkîliyeke civakî (sosyal) de ne. Lewra, ew bi tenê ji ber çend sedemên cihêreng hatine cem hevdu…

Girse: Yığın 

Texlîdên Girseyên Civakî 

1- Elaletên (Qelebalixên) Ji Rêzê: Ev cure girse, ji bo demeka kurt pêk tê û di navbera mirovan de, bi tenê ji hêla fizikî ve nêzîkatiyek heye. Mînak: Mirovên ku li rawestgehê li benda otobosê ne, mirovên ku li benda pêketina şewqên trafîqê ne… 

Elalet: Kalabalık 

2- Elaletên Çalak: Elaletên ku di encama kişkişkirin û navtêdanê pêk hatine û êrîşkar in. Mînak: Yên ku beşdarê pevçûn û tevgereka wêrankirinê dibin û hwd… 

3- Temaşevan û Guhdarvan: Girseyên civakî yên ku bi armanca maç, şano, konser, sînema, sîrk û konferansekê hatine cem hevdu. 

4- Elaletên Xwepêşandanê: Civatokên ku dixwazin bi rêya protesto, mitîng, grev û boyqotê, dengê xwe bilind bikin… 

5- Civatokên Dêlindêzan: Civatokên mirovan yên ku ji bo cenaze, cejn, bîranîn û şahîyeke, hatine cem hevdu…

Ali Gurdilî 

http://www.felsefevan.org/girseyen-civaki-2.html

...