Beş 3
Dadgeha duyemîn
Di dadgeha duyemîn de jî serokkomarê Kurdistanê û hevalên wî bê wê hindê ku belge an jî nivîsek di destê wan de hebe, parêzvaniya xwe kirin û bi netewe û welatparêziya xwe serbilind û bi karê xwe îftixar dikirin.
Mîna Qazî di vê derbarê de dibêje: ” Serwan Şerîfî Piştî bi dawîbûna dadgehê hat mala me û bi dilekî tejî hesret û xem wiha got:” Heyfa mirovekî weke Qazî Mihemed, heyfa vî zilamê mezin, zana û hekîm. Duh dema pêkhatina mehkemê Qazî Mihemed Çar seetan axivî û bi îlim û mentiq û zanyarîyên xwe hemû birêveberên dadgehê ecêbgirtî kirin. Qazî Mihemed bi evîn û fîdakariyek wisa mezin diaxivî û bala endamên dadgehê bi awayekî kişandibû ser xwe ku ti kesekî ji wan nedikarî axftinên wî qût biken...”.
Di rastiyê de Qazî Mihemed ne tenê birêveber û endamên dadgehê mehkeme dikirin, belkî rijîma Îranê ya paşayetî jî rûreş û riswa kiribû û mafdarbûna doza gelê Kurdistanê bi herkesî dida pejirandin.
Raya giştî û şehîdbûna Qazî
Nivîskara Îtaliyayî Marya Maçokî di pirtûka xwe ya bi navê Îran û Xebat de dinivîse: ” Kuştina hovane ya pêşewayê xebata azadîxwaziya gelê Kurd, Qazî Mihemed û birayên wî û şehamet û qehremaniya ku wan di Çaxê îdamkirinê de ji xwe nîşan dan, ti wextekî ji bîra mirovan naçe. Navê van birayan, hemû gelê Kurd ji bo xebata di riya bi destxistina azadî û demokrasiyê dilivand...”
Kovara Firansî ya bi navê “ Muayîn Awiryan” jî wiha nivîsîbû: ” Bîranîna xatireya rêberê navdar û pêşverû û xweşfikirê gelê Kurd û lîderê bizava demokratîka Îranê, Qazî Mihemed û birayên wî ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatin îdamkirin, ne tenê ji bo Kurdên Îranê belkî ji bo kêmnetewe û gelên din jî bûn dirûşme û nimuneyên Şoreşgerîyê ”.
Herwiha dîplomatê Mmerîkî Arçîbald Rozvêlt jî ku demekê di sifareta Emrîka li Tehranê wezîfedar bû, di pirtûka bîranînên xwe de wiha dibêje:
” Ez bi rojnamevanên Emrîkî û Firansî çûme Mehabadê ku ji nêzve komara otonomiya Kurdistanê bibînim û bi serokkomarê wê re biaxivim. Ji me re hat e´yan kirin ku rê û zagûnên komara Kurdan bi awayekî mukemel hatine damezrandin... Me bi dîtina Qazî Mihemed hisskir ku ew di nava gel de xwedî hurmetek taybetî ye... Qazî mîna intirnasyonalîstekî pêşverû, hurmetek taybetî ji bo gelên din li ber çav digire... Qazî mirovekî bi cesaret, zîrek, karzan û bênimune, xwedîyê mentiq û axaftinkerekî hosta bû ku bi her awayî xebtî daku rê û zangûnên dewleta Kurdistanê li ser bingeh û esasekî bitew û bihêz ê demokrasîyê darijîne...”
Roja reş û helwesta gel
Sibeha roja 31ê Adara sala 1947 destpêka roja herî xemgîn û nexweş di jiyana Kurdan de bû. Mehabad bajarê herî xemgîn û ewrekî reş esmanê bajar dagirtibû. Li ser sê sêdarên îdamê sê lîderên Kurd ketibûn xewa mirinê. Biryara dewletê ew bû ku termên wan sê rojan wiha bi darê îdamê ve bimînin lê gel li dora qada Çarçira kom bibûn û ew her sê berevajî xwesteka rayedarên dewletê bi merasimeke tije rêz û hurmet li goristana Daşa Mecîd spasrtin axê. Wesiyeta Qazî Mihemed bû rêbaza Kurdan a xebatê. Xebata ji bo azadî û demokrasiyê.
http://www.pen-kurd.org/kurdi/kakşar/wesiyeta-peşewa.html
https://ku-tr.facebook.com/video/video.php?v=242432592567944
Di esmanê şevên sayî û tarî de, gelek stêrk dibiriqin, lê ronahiya hinek stêrkan zêdetir e û bala mirovan bêtir dikişînin ser bedewî û tîrêjên xwe yên tejî hîvî. Dîroka gelên azadîxwaz jî mîna esmanê tejî stêrkên cur bi cure. Lê hinek kes, stêrkên tejî ronahî yên dîroka netewekê ne ku bi nûra xwe ronahî û bexteweriyê pêşkêşî gelê xwe diken. Ew bi ti awayî vemirandinê napejirînin û mîna mumikan dişewitin daku ji civata xwe re ronahî û bexteweriyê pêşkêş biken. Pêşewa Qazî Mihemed, Sedrê Qazî û Seyfê Qazî jî girantirîn berhemê xwe yê vê cîhanê yanî canê xwe gorî şerafet û doza gelê Kurdistanê kirin. Ew namirin, Çimkî ew tev mirovên xwedî xîret û netirs bûn ku ji mirinê netirsîn. Dilê wan ji hesinê polayîn bû, ji ber ku ji bo jiyaneke erzan pişta xwe nedan gelê xwe û ew bûn navên bêmirin ku bi hizaran salan yê di nava dil û mejiyê hemû azadîxwazên cîhanê de bijîn.
Encam
68 sal li ser roja şehîdkirina Pêşewa Qazî û hevalên wî derbas bûn. Zêdetir ji 300 salaye ku birêveberên Îranî bi derew û durûtiyên xwe gelê Kurd û lîderên wan bi navê aştî û lihevhatinê dixapînin û dawiyê jî wan dikujin. Heta gelek caran wana serokên Kurd di nava mala xwe de jî kuştine ku ev jî di nava kultura Kurdan de bêşermiyek wisa mezine ku qet nayê bexşîn. Ji Emîrxanê Lebzêrîn, Cewer Axayê Şikak, Simkoyê Şikak, Mengur Axa bigire heya Pêşewa Qazî Mihemed, Silêman Mûînî, Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Dr. Sadiq Şerefkendî û...hwd tev bi navê diyaloga aştiyê bi destê padişah û meleyên Îranê hatine şehîd kirin. Gelo heya kengî ewê wiha me bixapînin û em jî yê wiha sade û blindest bin?
Jêder:
1. Hevpeyvîna min û Mîna Qazî, Dr. Ezîz Şemzînî, Seîdxan Humayon û Kobra Ezîmî.
2. Nivîsa Nemir Rehîm Qazî “ Esrarê muhakimêyê Qazî Mihemd ve yaraneş bi zimanê Farsî_ Esrarên mehkeme kirina Qazî Mihemed û hevalên wî”.
28. 03. 2014 KAKŞAR OREMAR / DÜSSELDORF