Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
25
Di beşa Navdar de (27.5k nirx)
Burhan Sönmez kî ye? kiye, sonmez
Serokê PENa Navnetewî, burhan sonmez.

1 bersiv

0 deng
(27.5k nirx)
Daxiyaniya Hevseoka PENa KURD Eslîxan YILDIRIM:

Dembaş Gelî Birêzan, Endamên PENa Kurd,
Wek ku hûn zanin, nivîskarê Kurd Bûrhan Sonmez bû serokê PENa Navnetewî, ser xêrê be, em bi dil û can wî pîroz dikin. Hem wek PENa Kurd û hem wek milletê Kurd em pê serbilindin, em gelekî spas dikin. Di qada navnetewî û axilbe di qada rewşenbîrîyê de ev serkeftineke hêja ye, em hêvî dikin ev serkeftin di her qadê de berdewam bikin. Çi kesê ku bûn alîkar jî em gelekî spasî wan dikin. Ji PENa Navnetewî re jî pîroz be û ser xêrê be. Ji ber ku bi salan e di rêveberiya PENa Navnetewî de bû û xwedî tecrûbe ye, em hêvî dikin bi zêdebûn serkeftinên PENa Navnetewî dom bikin. Bi hêviya dilxweşiyê.

BÛRHAN SONMEZ
Nivîskar Bûrhan Sonmez li gundekî biçûk ya naverasta Tirkiyê ji dayik bûye, ew di wê demê de mezin bû ku bi Kurdî diaxivî lê di fermiyetê de Kurdî qedexe bû, piştre li dibistanê fêrî Tirkî bû. Di salên piştî darbeya leşkerî ya 1980 de ji bo xwendina hiqûqê çû Stenbolê. ji ber çalakiyên demokrasîxwaziyê ji zanîngehê hate avêtin û incex heft sal şûnde mezûn bû. Demekê li Stenbolê wek parêzer xebitî. Tevlî Komeleya Mafên Mirovan bû û TAKSAV(Weqfa Çand û Hunerê ya Lêkolînên Civakî) damezrand. Piştî êrîş û birîndarbûna ji aliyê hêzên polis ve, mecbûr ma here derveyî welat û li Igilîstanê bicih bibe. Bi alîkariya Navenda Azadiyê ji Îşkenceyê ya li Londonê dermankirinek demdirêj wergirt.
Tevî ku bi helbestê eleqedar bû û li Tirkiyeyê ji bo helbestê xwe du xelat wergirtin, li xerîbiyê destê xwe li nivîsandina romanan gerand. Eleqeya wî bi nivîsandinê, ji ber çîrokên kevneşopî yên ku pê mezin bûye. Tecrûbeya bêhempa bi mezinbûna li gundek dûr û bêyî elektrîkê, xwedîbûna wî bi dayikek çîrokbêj ya jêhatî ji nivîsên wî re bûne îlham û materyal peyda kirine.
Bûrhan Sonmez nivîskarê pênc romanan e. Romanên wî Kûzey (Bakur-2009), Gunahlar ve Masûmlar(Guneh û Masûm, 2011), Stenbol Stenbol (2015), Labîrent (2018), Taş ve Golge(Kevir û Sî, 2021) ne. Romanên wî li çil û du zimanan hatine wergerandin.
Li Keyaniya Yekbûyî (Ingilîstanê-2018) Xelata Edebî ya EBRDyê wergirt. Ji Weqfa Vaclav Havel ya li Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (2017) xelata "Distirbing the Peace(Astengkirina Aşîtiyê)" stend. Li Tirkiyeyê Xelata Wêjeyê ya Sedat Simavî(2011), Xelata Romana Herî Baş ya Izmîr St. Joseph(2011) stendiye. Xelata Rûmetê ya Çîroka Herî Baş ya BUYAZ(2015) jî stendiye.  
Wekî din, pirtûka helbestê ya William Blake ya bi navê “Zewaca Bihuşt û Dojehê”  wergerandiye Tirkî. Nivîsê wî di rojnameyên cihêreng ên wekî The Guardian, Der Spiegel, La Repubblica hatine weşandin. Endamê juriyê yê Xelata Wêjeyê ya Cevdet Kudret-2014 û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevre-2020 bû. Li Tirkiyê li zanîngeha ODTU mamostetiya wêje û romanê kiriye.
Bûrhan Sonmez endamê sê navendên PENê ye: PENa Ingilîzî, PENa Kurd û PENa Tirkiyê. Bi salan e endamê rêvebiriya PENa Navneteweyî bû. Di hilbijartina 20-22.09.2021ê de jî bû serokê PENa Navnetewî. Geh li Stenbol û geh li Cambridgeyê dijî.

Silav û rêz

Hevseroka PENa Kurd
Eslîxan
...