Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
15
Di beşa Navdar de (27.4k nirx)
Ako Mihemed Mîrzadeyî kî ye?

1 bersiv

0 deng
(7.5k nirx)
Ako Mihemed Mîrzadeyî (Ako Mihemed Mihemed) Nivîskarê pirtuka "Dîroka Kurdan a Kevnar" e.
14 ê Pûşpera 1982 an de li Helebceya başûrê Kurdistanê hatîye dinê.

Zanîngeha Antwerpinê Beşa Pêşmamostayîyê qedandîye. Tevî bernameya wergêrîyê, dîplomeya Kompûter û heft dîplomeyên ji beşên cuda jî wergirtine. Li Ewrupayê dijî, di mijarên dîrok, wêje zanist û ferhengê de kar û xebatên cûda cûda, gelek gotarên wî di kovar û pirtûkan de hatine weşandin.

Nivîskar, ji deh salî zêdetir e li ser dîroka Kurdan a kevnar lêkolînan dike û ji bilî belavkirina berga yekem û duyem a vê pirtûkê bi zaravayê soranî pirtûkeke din a 1620 rûpelî ku dirêjahîya heman mijarê ye, tevî nexşeya Kurd a kevnar û bi dîyarkirina deverên zagros, toros û Mezopotamyayê ji bo çapê amade dike.

Berhemên Nivîskar
1- Mêjûy Dêrînî Kurd 1 / Çapa yekem/ 2019 / Weşanxaneya Mîxek/Soran

2- Mêjûy Dêrînî Kurd 2 /Çapa Yekem/2020/Çapxaneya Tefsîr/Hewlêr

3-Seferêkî Berdewam /Çapa Yekem /2011/Roman/Çapxaneya Gencanî/Hewlêr
...