Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
68
Di beşa Navdar de (7.5k nirx)
Halîl Aǧin, Xelîl Agin kî ye?

1 bersiv

0 deng
(7.5k nirx)
Xelîl Agin di sala 1980 de li antalya ji dayik bûye. Gava bû 5 salî vegeriya li welatê xwe Nisêbînê. Piştî salekî koçî li Mêrdîne kir û dibistana seratayî û navendî li wir xwend. Diwre koçî li Adanê kir û  li wir lise xwend. Diwre endezyarîya komputerê a li Zaningeha Teknikî ya Rojhilata Navîn (Orta Doğu Teknik Universitesi) kazanç kir û koçî Ankara kir. Piştî zanîngeh qedend, 10 sal wekî endezyarê komputerê kar kir. Piştî deh salan dîsa dest bi zanistiyê kir û mastira xwe  li ser zimanzanîyê li  Zanîngeha Teknikî a Rojhilata Navîn de kir. Piştî qedandina mastirê ji Zaningeha Northumbria (Ingiltere) skolarşip (burs) kazanç kir û li wir li ser hîna maşina û hişê levanî 3.5 sal xebitî. Piştî doktora xwe stand, lekolînên xwe li Zanîngeha Oxfordê li ser hîna maşina û hişê levanî kir. Neha wekî şewirmendê teknolojîyê li Ingiltere karê xwe didomênê. 5 zimanan dizane (Kurmancî, Soranî, Dimilî, Farsî, Ingilizî) û li ser zedeyî deh zimanan lekolîn kiriye. Pirtukek li ser hîna maşina a bi zimanê Kurdî nivisandîye û ew pirtuk ber bi çapbûnê ye. Piranî lekolinên wî li ser hîna maşinan, hişê levanî, û zimanên cur be cur in.
...