Zeynelabidîn Zinar...
MIXABIN
MIRINÊ QEDRÎ YILDIRIM JÎ HINGAVT
Mixabin îro Prf. Dr. Qedrî Yildirim jî wefat kiriye û çûye ber dilovaniya Xwedayê mezin.
Çendî ku mirin zagona jiyanê ye lê wisa zû û bi lez ne babetê hin kesên çalak, zîrek û xebatkarê Çanda Kurdî ye. Lê hin caran mirin diçe ser navnîşanên şaş û astengî jî jê re çênabe.
Pir heyf bû ku niha Qedrî Yildirim çû.
Diviya hin salên din jî xizmeta Çanda Kurdî kiribûna.
Mirina bêbext diviya ku hinek li derd û kulên jiyana Qedrî nihêrtiba, ji aliyekî ve ku hêj nû ew ji ber pêlên bêbextiya Coronayê derketibû, ji aliyê din ve jî nîvcomayîna proje û bernameyên wî yên li ser Çanda Kurdî, diviyabû nehatiba.
Em ji bo Qedrî çi bêjin, hindik e…
Neteweyê Kurd lawekî xwe yê hêja wenda kir.
Bêguman cihê ku jiyan lê hebe, wê mirin jî lê çêbibe.
Bila serê malbata wî, yê xizm û dostên wê û yê Neteweyê Kurd sax be.
Xwedayê mezin şûna Prof. Dr. Qedrî Yildirim vala nehêle û wî pêrgê dilovaniya xwe bike…
26/ 03/ 2021