Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
24
Di beşa Navdar de (6.9k nirx)
Cemşîd heyderî kî ye? kîye?

1 bersiv

0 deng
(6.9k nirx)
Prof. Dr. Cemşîd Heyderî, Kurdolog û Zimannas ji bo bikaranîna herdu alfabeyên latînî û erebî ji aliyê Kurdan ve weha got: “Wêjeya Kevn a Kurdan û Dîroka Kurdan li hemû beşên Kurdistanê bi tîpên erebî hatine nivîsandin. Divê Kurd ji dîrok û wêje ya xwe ya kevin bê par nemîne.”

 Prof. Dr. Cemşîd Heyderî, li Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Selaheddînê dersdêr bûye û derbarê zarave û şêwezarên kurdî de serwext e ku ji bo têkiliya navbera şêwezaran rol û cîhekî wî yê grîng û taybet heye.

Rewşenbîr û zanayê Kurd Qanadê Kurdo di nava Kurdan de weke hêmayeke tê zanîn ku ji bo xebatên wî yên li ser kurdî û şêwezarên kurdî. Prof. Dr. Cemşîd Heyderî şagirt û xwendekarê Qanadê Kurdo ye. Rewşenbîriya Kurdî hinek xwe li ser van keseyatiyan digihîne hev. Ev kesayetiyane duh ên wek Qanadê Kurdo bû, îro jî kesayetiyên wek Cemşîd Heyderî ne.
 “Yekem car Babe Tahîrê Hemedanî helbestên xwe bi tîpên erebî nivîsiye”

Ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî derbarê rewşa zimanê kurdî de û bikaranîna herdu alfabeyên latînî û erebî ji aliyê Kurdan ve Heyderî bi bîanetê re axivî û got:

“Kurdan bi hatina îslamiyetê re dest bi bikaranîna alfabeya erebî kirine. Îslamiyetê bi xwe re alfabe û zimanê erebî anî û bi rêya mizgeft û malbendên olî ji bo bikaranînê hat ferzkirin. Pêş îslamiyetê kurdan ev alfabeya di nivîsên xwe de bikarneanîne. Kurd jî her weke ew gelên ku wê demê îslamiyet pejirandine, sûd li alfabeya erebî wergirtine. Belam nivîsandina kurdî bi alfabeya erebî li gor belgeyên li ber dest digihêje sedsala 10em. Pirtûkên pîroz yên kurdî û kevintirîn helbestên kurdî belgeyên vê rastiyê ne. Ger em qebûl bikin ku Babe Tahîrê Hemedanî Kurde û zimanê ku bikaraniye beşekî kurdiye em wê deme dikarin bêjin kevintirîn helbestvanê Kurd Babe Tahîr e û kevintirîn helbestên kurdî yê wî ye û bi tîpên erebî nivîsandiye. Berhemên nivîskar û helbestvanên Kurd yên piştî Babe Tahîr di sedsala 15em de bi şêwezarê kurmanciya jor, şêwezarê erdelan û yên hewramî hatine nivîsandin. Kesayetiyên Kurd yên weke Ehmedê Xanê, Feqiyê Teyra, Melayê Cizîrî û Melayê Batê di wê serdemê de jiya ne û berhemên xwe yên kurdî bi alfabeya erebî nivîsandinê. Her weha di sedsala 17-18-19em de helbestvanên weke Nalî, Kurdî û Wehbî berhemên xwe bi şêwezarê kurmanciya jêr/soranî bi tîpên erebî nivîsandine heta niha jî li Kurdên rojhilat û başûr alfabeya erebî bikartînin.”
“Ger em xwedî desthilatek siyasî ban wê demê dê zimanekî me yê fermî jî hebûya”

Heyderî diyar kir ku meseleya Kurdan ya zimanekî standart an go yekgirtî meseleyekî dûr û dirêje û weha got:

“Divê em vê rastiyê bibînin ku şêwezarên Kurdî tene kurmanciya jor û kurmanciya jêr/soranî nîne, hewramî, kirmanckî/zazakî, lurî û kelhûrî jî hene. Lêbelê ji van şêwezaran yên ku pê tê nivîsandin, di nivîs û jiyana rojane de zêdetir tê bikaranîn kurmancîya jor û ya jêr e. Yek jê alfabeya latînî ya din jî erebî bikartîne.  Bi fıkra min meseleya me ya zimanê standart an go zimanê yekgirtî meseleyekî dûr û dirêje. Meseleya zimanekî fermî ger em xwedî desthilatekî sîyasî yan dewletek ban wê demê dê zimanekî me yê fermî hebûya. Ew zimana wê biba zimanê xwendin û nivîsandinê û li hemû dezgehên dewletê wê bikar bihata. Lê wê demê jî divîyabû li dibistan û sazîyên perwerdeyê her du şêwezar û alfabe bihata xwendin. Ji ber ku sîstemek sîyasî û dewletek me nîne da ku zimanek me yê hevpar û fermî hebe.”

“Niha ku ew du şêwezar bi taybetî şêwezarê kurmanciya jor û kurmanciya jêr herdu jî ji aliyê nivîsandin û xwendinê de ta radeyek pêşkevtine.  Kurmanciya jor li ewropa, bakûr û rojava tê bikaranîn kurmanciya jêr jî li rojhilat û başûr.”
“Alfabeyek hevpar mimkunê lê divê bernameyekî demdirêjî hebe”

Cemşîd Heyderî weha pê de çû, “Ji bo alfabeyekî hevpar fikramin ewe ku alfabeyek hevpar mimkune lê divê bernameyekî dem dirêjî hebe. Ji bo vê jî dibe desthilatekî kurdî hebe ku wê bernameyê li dibistan û sîstema perwerdeyê de cî bî cî bike. Belam bi mercek divê tevahî Kurd li bakur, başûr, rojhilat û rojava her du alfabeyan fêrbin û bikarbînin. Ji ber ku wêje kevn a kurdî, dîroka wêjeya kurdî li hemû beşên Kurdistanê bi tîpên erebî hatine nivîsandin. Dema bi tenê latînî be Kurd ji dîrok û wêja ya kevin bê par dimîne.”
“Tirk ji berhem û wêjeya xwe ya kevn ya dema Osmaniyan bê par mane”

“ Dewleta Osmaniyan 500-600 sal bi erebî nivîsandiye. Dema ku Komara Tirkiyeyê ava dibe alfabeya erebî bi cîh dihêle û dest bi nivîsa latînî dike. Niha bêyî kesên li ser ziman û edebiyatê kar dikin piraniya xelkên wî welatî ji edebiyata xwe ya kevin bê beş mane.”
“Divê li dibistanan her du alfabe jî bê xwendin”

Heyderî destnîşan kir ku divê bi bernameyek li dibistanan her du alfabeyên latînî û erebî were xwendin û got, “Li bakûr tîpên latînî û erebî bi heman şêwazî li başûr û beşên din ê Kurdistanê. Wê demê neslên nû dikarin bi her du alfabeyan bixwînîn û binivîsin ta radeyek pirsgirêka têgihîştinê li holê radibe. Ev rastiyeke niha em Kurdên başûr ger bizanibin bi latînî binivîsîne wê deme Kurdên bakûr heta ji sedî 50-60î li me têdigên û sûd werdigirin.”

“Raste ji bo ku Kurd ji hev fêm bikin ji berhemên hev sûd bigirin divê alfabeyekî hevpar hebe. Ji bo pêkanîna alfabeyekî hevpar jî pêwîstî bi bernameyek, dezgehek fermî, deselateke sîyasî û niştimanî heye. Di vê çarçoveyê de em dikarin pirsgirêka alfabeya hevpar çareser bikin.

Li gel vê pirsgirêkên rênûsê jî heye. Raste kurmanciya jor û kurmanciya jêr xwedî standartiyeke. Lê heta niha jî pirsgirêka rênûsê li bakûr çareser nebûye. Her kes Celaddet Bedirxan esas digirin lê her kes bi awayekî dinivîsin. Ez dixwazim vê bêjim heta dezgeyek fermî û desthilatek sîyasî çênebe ev pirsgirêkana çareser nabin. Pirsgirêkên ziman di çarçoveya bername û dezgehên zanistî yên dewletî de çareser dibin.”
"Li Herêma Kurdistanê perwerdeya bi latînî ne di çarçoveya bernamekî de ye"

“Li Herêma Kurdistanê di demên berê de Hukumet û Wezareta Perwerdeyê di dibistanan de her du alfabeyên erebî û latînî dida xwendin. Niha jî li Zanîngeha Selaheddîn di Beşa Zimanê Kurdî de dersa alfabeya latînî tê dayîn. Lewra fêrkirina alfabeya latînî ne di çarçoveya bername an go sîstemek de ye.”(AY)

Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

20 Sibat 2021, Şemî
Abdulselam Yıldırım
...