Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
110
Di beşa Navdar de (450 nirx)
Mihemed Elî Şakir kî ye?
Mihemed Elî Şakir çi kirîye?
Mihemed Elî Şakir koça dawî kir.
(7.2k nirx)
Can Chaker

Darbestek Bê Oxir

Bo  koçkirina Mihemd Elî Şakir

Ti zanê çi?
Di vê oxirê de!
Leylana zer,
Awaz û peyvên kesk,
Demsalên kavilibûyî,
Ferheng û pirtûkên xemgîn,
Sirûdên li ser lêvên sibehan,
Di nava axê de bi xwe re bibe
Û....
tenê li şûna tiliyên xwe li ser keviya kolanên Qamişloyê awazekê ji leylana minî xeyidî re bihêle.

Di vê oxirê de.
Li pey leylana  xwe ez ber bi efsaneya rewrewka demê ve diçûm,
Min tenê peyvên belavbûyî li ber bayê oxirkirinê berhevdikirin,
Bagerên hêrzbûyî li goristanên sar xwe dialandin,
Û....
Rondikên hetavê li çolistanan bîranînên te li ser keviya demsalan direşandin,
Beriya Mêrdînê li pey şûşopa tiliyên te wêrekiya peyvan de ber bi xwêdana pirtûkan  ve radikişand.
Û....
Serkaniyên  dilê te hemî bendeman di oxira vê darbestê de li hev civandin,
Di vê oxirê de!
Destên te  di pencereyan de li ser sibeha xilmaş dibûn,
Awazên  westiyay û asoyên  bê ba mayî li pey darbesta te sirûdan dinehwirînin,
Roja ku bi pêlên kesk diçû ava,
Niha di goristanên zer dibin bîranîn,
Û.....
Di kezeba bendemana demê de radibûn
û di derya eşqa awazan de dîsa tiliyên te zindî dimînin,
Di vê oxirê de!
Stran û taployên teyî dawî li ser vê axa sar wateyan şîrove dikin,
Pencereyên xemgîn di guldanka peyvên te de bê zar dimîne,
Rawestgehên kavilbûyî di hembêza bendemana awazan de dibin navnîşana darbesta te.
Û....
Li ser destên qederê,
Niha darbesta te bê oxir di goristana sar de ji min dûr dikeve.

25.12.2020.
Löhne Westfallen

2 Bersiv

0 deng
(7.2k nirx)
Xweşnav Heso

–Di destpêkê de Mihemed Elî Şakir kî ye?

-Navê min Mihemed Elî Şakir e, ez li bajarê Dirbêsiyê sala 1946an hatime dinê, ji malbatek dengxweş im. Bapîrê min pêşewayê mazgeftê bû li gund, û bavê min jî dengê wî xweş bû.

Despêka we di nivîsandina helbestê û awazkirina wan helbestan de bû?

Ez ji zarotiya xwe ve girêdayî awazê bûm û min zêde ji mûzîka Kurdî hez dikir, di tara me de radiyo ligel cînarekî me hebû, her roja çarşemê di hefteyê de, em diçûn wê malê bo li radiyo guhdar bikin, di wê gavê de pirogramek derdiket bi navê Pişka guhdaran, ev program stranên Kurdî diweşandin wek stranên M. Arifê Cezîrî-Hesen Cezîrî û Kawîs Axa, û ji bilî radiyo jî li bajarê Dirbêsiyê Omerî hebûn ku bi rojên dirêj aheng lidar dixistin, û dîlan dihatin çêkirin, helbet stranên wan ên Kurdî bûn û bi resenî xweş digotin, ji wan dengbêjên” Omerî” û radiyoya cînarê xwe hezkirina awaz û gotinên Kurdî di dilê min de şîn hat.

We çawe despê kir ?

Temenê min deh sal bûn, min dixwest ez tiştekî bikim, li amûreke mozîkê bixim, bavê min ket ser riya Helebê, min jê xwest ku ew ji min re bilûrekêbîne. Bilûr peyda bû,û bêguman kesek li dora me tune bû ku min fêr bike çawa ez deng ji wê bînim, hin bi hin min û birayê xwe Mehmûd Ezîz Şakir me xwe fêrî bilûrê kir û êdî em baş fêrî bilûrê bûn û di dibistanê de me ji mamosteyan re stranên xwe bi bilûrê digotin, kêfa wan dihat û kêfa şagirtan jî dihat.

Piştî bi demekê me xwest ku em amûreyek din peyda bikin, ji ber ku bilûr ne alîkar e ku em sitranan jî bi awazan re bibêjin, ji vê yekê jî me ûdek bidest xist û me bi xerciyê xwendina xwe ûd ji mamosteyekî kirî, û dîsa jî me nizanibû ka em çawa deng ji wê bînin, û ne jî em bi çi awayî deng tûj bikin û kok bikin, roj bi roj em fêr bûn li ser dûzanê û deng jêderxistinê.

10872717_664058100381216_436447710_n

Sedema hilbijartina we ji ûdê re?

Em neçar bûn li ser vê hilbijartinê, ji ber ku amûrên mozîkê wî heyemî pir kêm bûn, û kêm kes hebûn ku amûre ligel wan peyda dibûn, li gorî lihevhatinê bû ev amûre, û belê ûd amûreyek Kurdî ye, em ji wê re dibêjin Berbet.

Baş e,te û mamoste Mehmûd Ezîz pişt re we çawa berdewam kir?

Di sala 1969an de ez bûm leşker û min berê xwe da leşkeriya neçar,û Mehmûd jî berê xwe da Libnanê, Mehmûd li li Beyrûtê komek mûzîkê ava kir û min jî helbest û awaz li ser kasêtan tomar dikirin û dişandin Beyrûtê ku Mehmûd û koma xwe wan stranan pêşkêşî cemawerên kurd bikin .

Û piştî bidawîkirina leşkeriyê ez hatim SerêKaniyê û êdî ez bûm mamosteyê dibistanê, li bajarê SerêKaniyê min mamosta Yûsif Berazî “Bê Buhar” nas kir, vêca di wê nasînê de hin helbest dan min ku min awazên wan ava kirin wek stranên “Eman Dilo, Gulîzar, Hebs û Zindan”

Birayê min Mehmûd Ezîz ew stran ezber dikirin û çû êzgeha Bexdayê sê stranên pêşî tomar kirin ew jî ev bûn” Şîn bû rîhan, Gulîzarê, Canê“.

We çiqas Helbest awaz kirine?

Heta niha min 250 helbestên xwe min awaz kirine, û 30 awazên min hene ew jî yê helbestvanên navdar bûn wek: Bêbuhar, Osman Sebrî, Seydayê Tîrêj. Û hîn jî ez li Serêkaniyê me û karê xwe dikim.

xxxxx

Hunermendên ku helbest û awazên we gotine?

Para şêr ji helbest û stranên min gihane birayê min Mehmûd Ezîz, û hin jî min bi dengê xwe gotine, û gihane Mihemed Şêxo, Şêrîvana Kurdî, û gelek hunermendên dî jî gotine.

Wek helbestvan we çawe xwe nas kir?

Di dema leşkeriyê û ji ber dûrketina min ji malbatê û ji amûreya xwe “ûd” min dest bi nivsandina helbestê kir, û piştî vegera min li SerêKaniyê helbestvanê gewre seydayê Bêbuhar alîkarî bi min re kir di ristina helbesta Kurdî de, û min sûd ji gelek helbestvanan kir ew hemû bo min mamoste bûn.

Hevbeşiya hunerî ya te û birayê te Mehmûd Ezîz Şakir tu çawa wê dinirxîne?

Belkî ji perwerda malbatî bû, û belkî ji ber ku ez wî hevçax û hevkar bûn ku me ji destpêkê de bi hev re gavên xwe yên yekê avêt, guman tune ye min û wî gelekî ji hevdû sûde kir, min baş ji wî sûde kir û herweha wî jî helbest û awazên min bi dengê xwe yê zelal dikirin stran û tomar dikirin.

Niha hûn rewşa mozîk û strana kurdî çawe dinirxînin?

Sînor ji hunerê re tune ye, ew her veguhêze û ji qonaxekê ta ya din xwe rengîn dike, lewra jî ez dibînim ku mozîka Kurdî roj bi roj gavan davêje ber bi pêş ve, ez dikarim bibêjim ku awaz û mozîka kurdî û birastî jî awazên Kurdî ez dikarim bêjim ku ew xwe nû dike û bervî pêşvebirinê diçe.

Di tomarkirina stranên te yên pêşî li tomargeha Bexda û Beyrûtê, gelo tu jî amade dibû?

Nexêr..! Ez nediçûm tenê mamoste Mehmûd diçû ji bo tomara wan stranan, pêşî li Bexdê bû û piştî ku alozî kete rewşa Iraqê de me tomargehên Beyrûtê pijrand, hêjayî gotinê ye ku wê dema tomarkirinê ez bi dibistanan mijûl bûm yan jî ez leşker bûm.

Gelo rast e ku M.E.Şakir, pêşî awazan çêdike û paşê gotinan jê re dinvîse?

Belê rast e! Ji ber ku bêtir ez xwe dibînim wek awazsaz bêtir ji helbestvan, pêşiyê ez nota datînim û belav dikim û dûr e ez gotinan li ser bingeha wê awazê peyda dikim.

Helbesta te ya yekem tê bîra te kîjan bû, û te çawa ew helbest nivîsand?

Belê, helbesta min a yekem binavê “Zêynebê” bû, û di destpêkê de ew gelekî dirust bû, ji wê yekê min alîkariya mamoste Yûsif Berazî “BêBuhar” xwest. Birastî ew Helbest destpêk bû û ez ked û şîretên “Bêbuhar” jibîr nakim ji vê hêlê ve, piştî helbesta “Zeynebê” min helbesta “Ez Keçika Kurdî me” û “Gulçînê” jî nivîsand, û di wan de jî Bêbuhar alîkariya min kir, ta ku ez gihîştim astek xurt û êdî şaşî û kêmasî bi min re nema derbas dibûn di ristina helbestan de.

Di warê stranan de, çi stran bêtir riya we di hunerê de vekir, kîjan stran bêtir we wek navdar pêşkêş kir?

Birastî ew strana “Gulîzarê” bû , Şîn bû rîhan , Eman Dilo û Hebs û zindan jî, ev stran ew in ên pêşî bûn ku me di riya wan de riya xwe girt,û helbet ji gotin û awazên “Bêbuhar” bûn ev stiran.

Helbest di nerîna Mihemed E.Şakir de, çawa tê nas kirin?

Helbest berî her tiştî dive ku bi hestên mirov xwe nîşan bike, eger helbest bi hestên guhdaran nelîze û bilind neke ew ê ne helbest be bêguman!,helbest divê ku ne gelekî girtî be û dûr be ji jiyana mirov, gerek êşa miletan bibêje, gelek kes dinivîsin û xwe dibînin wek ristevan-helbestvan, lê tenê xwêner biryarê distînin ku kî helbestvan e û kî ne helbestvan e!

Û gelek caran çêbû ye ku her kes xwe bibîne di warê helbestê de, xwezî ew birastî wisa bana, lê mixabin pir hene ku ji nû fêrî nivîsîna Kurdî bûne û xwe diyar dikin wek xwedanên destaneyan û dîwanên helbestî. Birastî jî ez hez dikim ku gelek ji miletê me xwe di warê helbestê de bibînin lê tiştek heye,bila her tiştî çap nekin, ji ber ku ne her tişt were nivsandin ew ê bête belavkirin û çapkirin, dîsa jî ez dibînim helbest divê ku berî her tiştî hestên xwêneran û guhdaran bihejîne û mirovatiya mirov bilind tir bike.

Berhvokên te di warê helbest û awazan de gelo tiştek heye ?

Min pirtûkek bidawî kiriye binavê “Şêst awaz û awazbendek”bi alîkariya mamoste Bêbuhar û bi Notekirin min wê saz kiriye bi alîkariya mamoste Şiyar Zad Umer ,bixwe amade ye lê mixabin hêj nehatiye çapkirin.!

Xwendina te ?

-Mamosteyê zimanê Ingilîzî me, min li zanîngeha Helebê xwend, û li dibistanên SerêKaniyê min zimanê Ingilîzî û şêwekarî û xweşnivîsî û mozîk jî fêrî şagirtan dikir.

Mamoste Mihemed çîroka xweşnivîsê û şêwekariyê çawa bala te kişand?

-Ji demên ciwaniyê nivîsa min xweş bû û min her rojê xwe diwestand li ser xweşnivîsê, û ji bo şêwekariyê ew jî ji behremendiyên min e, ji dema ciwaniyê, bêtir tabloya Bêrîvanê ya di sala 1975an navdar e ji nava tabloyên min, û gelek berhemên din jî ku bi cil û bergên Kurdî ne hene.

M.E.Şakir bêtir xwe di kîjan gastînê de dibîne, helbest, awaz, şêwekarî, xweşnivîsî, yan dengbêjî?

Xweşnivîs û şêwekarî behre ne, û dengbêjî ji xwe tiştekî xweş e, û helbest û awaz jiyana min in tevê vê jî bêtir ez xwe di awazan de dibînim.

M.E.Şakir çi karê nû dike?

Ev demeke ku ez xwe di rêzimana Kurdî de pêş dixim, li ser ziman ez dixwînim û xwe li pêş dixim.

Mamoste tu rojnameya “Bûyerpress” çawa dinirxîne?

Birastî ev çend hejmar dighêje destê min ji vê rojnameya ceywaz, ez dikarim bibêjim ku ew yekem rojnameya serbixwe ku dibînim, û cûrbicûr e, gelek quncikên balkêş tê de peyda dibin,û bi herdû zimanan tê çapkirin, ez serkeftinê ji we re dixwazim û hêvî dikim ku Bûyer her û her bimîne bo ragihandinek zelal.

Di dawiyê de ji xwendevanan re tu çi dibêjî?

-Ez daxwaza serkeftina bêdawî ji teva re dixwazim, hêvîdar im ku rojên pêş ew ê xweştir be di welatekî hêmen û azad, û sipasiya we dikim li ser vê hevpeyvînê û hêvîdar im ku hûn her û her li pêşbin û bi vî rengê ceywaz û zelal berdewam bimînin
0 deng
(7.2k nirx)
Şairê û mûzîkjenê Kurd, Mihemed Elî Şakir, dihûnê koça dawî kir.
...