5 – Li Qazwîna di dema Serhildana Gaumada de keleha berxwedanê bû
Mixabin ku ev warê şêran niha bi piranî di destê Azeriyên ku navê Kurdî „azer/î“ dizîne û li xwe kirine de ye, lê berê eyaleteke Med, cih û ware Kurd û birayê wan Belûciyan bû. Li vir jî şeva Yêlda bi awayekî xwerû tê pîrozkirin. Li vê herêmê bi taybetî di nav newal û geliyên Elbirûzê de gelek Kurdên Yarsanî hene, herwiha Kurdên nîv şîî jî li vir dijîn. Di nava wan de hê heta îro jî ew kevneşopiyên berê nehatine jibîrkirin. Yan jî Kurdên di nava azeriyan de helyane bûnin Azerî (Azerî naveke Kurdîye, lê Tirkan ew dizîne û ji xwe re kirine mal.) Wekî farisan çerez datînin. Hinar kêm tê dîtin, lê li herêmê xwerineke taybet ya bi masiyan tê çêkirin. Gelek kes ji bo vê xwarinê di dema şeva Yêlda de carinan berê xwe didin wir.
6 – Li ba Yarsanî /Kakaiyan
Yarsanan bi her awayî piraniya reng, anane û têgihîştinên berê parastine, lema Yarsanan têgîhîştin, tê weteya rastiyên xwe têgîhîştinê. Li vir hem di vê şeva pîroz de bi vêxistina „şevçira“ (findên şimayê) wateyekê didin vê şevê û hem jî weke remza „Kun vekun /Kunar vekunar“ Hinar, mewîj û şerab tê pêşkêş kirin. Xwerû jî di deme hilhatina rojê û çûyîna ava de, bi zimanê wan „Îzeti Mîrşîn“ yanê sewaneyên pîroz, gulbang û dîrozan bi nalîna tembûrê re pêşkeş dikin. Ev pîrozbahîya xwerû ya li ba Yarsaniyan hetanî 15ê meha yekem didome. Ango pîrozbahiyê hetanî roja paqijiyê ku Yarsanî jê re „Xawênkarî“ dibêjin, didomînin.
7 – Di nava Farsan de
Li Îranê bi fermî nasîna vê rojê re pîrozkirin di nava Farsan de jî rûniştiye. Li eyaleta ku wek Fars hatiye binavkirin jî, ev roj tê pîrozkirin, lê ji baweriyeke bêtir, weke fermibûn û cejna dewletê hatiye pejirandin.
Li Farsê hinar di nava çerezan de tine. Ev cudahiyeke di navbera Kurd û Farsan de ye. Li ba wan Rengînak (mêweyek), xurme, zebeş û çerezên zuha hene. Li gel stranan û lîstina baskan şeva Yêlda tê pîrozkirin.
8 – Li ba Kurdên Êzdî „Cejna Êzî“
Li ba Kurdên Êzdî „Şeva Yêlda“ rengeke din wergirtiye. Dibe ku bi vî awayî rengê herî kevn jî hatibe parastin. Ev Cejna Mîthra di bin navê sê cejnan de tê pîrozkirin. Yek Cejna Şêşims, Şems navê rojê û Xwedayê rojê ye. Ev nav di zimanê Huriyan de Şîlîg, Sîm /îm, bi Xaldî Şîlîg, li ba Sûmeran Şims /Şa /zalag, Akadi „Şamaş“ roj û navê xwedayê rojê ye. Ya duduyan „Cejna Xwidan“ e, ev xwedanê du wateyî ye; yek navê Xwedê, yek jî di wateya xwedî lê derketinê de ye. Cejna sisyan û a dawîyê jî bi navê cejna „Ezî“ tê pîrozkirin. Cejna Êzî cejna xwedayê rojê ye, ango cejna Mithra ye. Ji ber ku Xweda ev cihan diyariyê me kiriye, bi awayî spasî piştî sê roj rojiyê tê pîrozkirin. Her wiha tê bawerkirin ku Xwedê berê cihan rip û rût afirandiye, Di meha Newrozê de jiyan afirandiye. roja Çarşemiya Sor afirandin temamkiriye. Her sal ji ber rojên salan, yan jî sala zêdekê rojên pîrozkirinê cudane, Cejna Êzî bi giranî di navbera 16 – 21 meha Kanûnê de li cihê navê „Yêlda“ di bin navê „Êzî“ de tê pîrozkirin. Dema mirov wateya şeva Yêlda û cejna Êzî û her wiha cejna Xawenkariya Yarsaniyan dirûberîne, dibîne ku hersê jî, di heman wateyî de ne. Yanê tê de dagera rojê, afirandina cihanê û sipasdarî heye. Wê rojê ji şîraniyan bigire hetanî xwarinên cûda çerez û hinaran her tişt tê pêşkêş kirin.
9 – Gaxend, Kalê Gaxendê
Li Dêrsimê, yanê ji Kocgîri bigire hetanê Gimgim û Xinûsê jî, vê rojê rengek cûda wergirtiye û di bin serenavê „Gaxendê“ de tê pîrozkirin. Di naveroka wê de serketina başiye ya li dij xirabîyê, yan jî serketina ronahiyê ya li dij tarîtiye, ango dagera rojê û destpêkek nû heye. Her çendî di vir de rola hinarê nemabe jî, bi heman mabestê tê pîrozkirin. (Dibe ji ber ku mêweya hinarê, ne mêweyeke vê herêmê ye, lema wateya xwe wendakiribe.) Lê geşt heye, şîranî heye, pîrozkirin heye, têkçûyîna xirabiyê û serketina başiyê, her wiha destpêkek nû heye.
10 – Qirdik, Kalo – Pîrê, Kosegelî
Di nava Kurdên misliman de jî ev „Şeva Yêlda“ di bin navên „Qirdik, Kalo-Pîrê, Kosegelî, Bûka Baranê“ de tê pîrozkirin. Ango ji wateya xwe ti tiştekî wenda nekiriye, bes hinek rengê pîrozkirinê guheriye. Di naveroka wê de jî serketina ronahiyê li dij tarîtiyê heye. Pîrozbahiya vê roje, roja 20 meha kanûnê, ango destpêka çileya yekem dest pê dike hetanî nîve meha çile, anagorî salnameya Gregoryan nîvê meha yekem didome. Di vir de jî qewitandina xirabiyê, demên tarîtiyê, vegera başiyê û Rojê bingeh tê girtin. Her wiha ji bo vê rojê geşt tê dayîn, ciwan li hev kom dibin, li gel xwarinê bi şahiyekê vê rojê pîroz dikin. Demên berê, mînak; di salên şêstî de mezinên gund jî tevê vê pîrozbahiyê dibûn.
11 – Noel /Weihnachten
Noel (Cristmas / Weihnachten) a gelê xiristiyan jî bi vê şeva „Yêlda“ re têkildar e. Hemû Lêkolînerên Ewropî û welatên xiristiyanan dizanin ku Îsa ne di 24 Kanûnê de, li destpêka payîzê hatiye dunê. Lewre di hemû belgeyan de tê ragihandin ku yek; pez hê li çolê bûne. Ya dudyan hersê pîrozwerên ku ji welatê Partan (Kurd) hatine, xwe li stêrka sibehê girtine û wisa hatine. Stêrka sibê gerstêrka Venûsê ye, ew salê du caran xuya dike, yek di meha Adar û Nîsanê de, yek jî dawiya meha heştan û meha nehan ango Îlon (rezber) de xuya dike. Li gel vê baş tê zanîn ku Romayiyan jî diyardeya dagera rojê pîrozkirine û ev roj wek roja rojbûna xwedawend Saturun hatiye pejirandin. Li ba gelên xiristiyan berê di nava Bîzansan de hatiye pîrozkirin, dû re derbasê Romayê bûye. Û li Ewropê belav bûye. Mirov dema li ser înternetê lê bigere vê rastiyê dibîne, lema pêdivî bi belgeyan tine. Dîsa jî min lînka vê mijarê zelal dike li jêr daye.
Nikolaus yan jî kalê Noelê keşeyeke Pamfîlyan e û ji Milatê ye. Berê li parêzgeha Mugla, Antalya, Rodosê hetanî dihat digîhîşt Denizliyê gelê pamfîlî dijiya, beşeke wan di nava Grêkan de, beşek jî di nava Tirkan de heliyan û têkçûn. Tê gotin ku zimanê vî geli nêzikê zimanê Lîdiyan bûye. Keşeyê bi navê Nîkolaus keşeyeke gelê Pamfîlî bû ye. Nikolaus di dema xwe de komeke çekdar ava kiriye, bi alikariya wan keştiyên dewlemendan şêlandiye, li belengaz û zarokan belav kiriye. Di pêvajoya salan de vî rengê kalê noelê girtiye. Dara Noelê ji baweriya Alman ya kevn hatiye. Wan jî wekî Kurdan agir pîroz diditin.
Fêrgîn Melîk Aykoç-Amidalurd.org