Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
43
Di beşa Navdar de (26.4k nirx)
Babaşêx, Babêşêx kî ye, li ku bûye û li ku û kengî koça dawî kirîye?

9 Bersiv

+1 deng
(570 nirx)
rastkir
Di malpera Rewanbej.net de, Newaf Mîro, bi boneya Kirasguherîna Babaşêx weha nivîsî.

Qedemguhestina Babaşêx.

Her ku yek ji ilimdar û xilmetkarê vê ola qedîm ji nav me koç dike, tirs û saweke nediyar xwe li bejn û hişê min radipêçe. Rihspî, xilmetkar û oldarê me, hîm û stûnên ola Êzî yê ruhî û parçeyên girîng yê dîrok û edeba zindî ne. Bi wan re dara me ya olê pela diweşîne û ezmanê bê stêr û ronî dimîne.

Şêx û Pîrên Ola Êzî, dayik û bavê ruhî yê ola Êzî ne. Lewma ew weke Da û Baba tên binavkirin û qebûl kirin. Bi rastî jî oldarên me dayik û bavê vê civakê bûn û hêjî bê wan ol ruh dimîne. Derî û dilê wan ji her kesî re vekiriye. Lê ew kesên bêalî û dikarin tevaya civakê hemêz dikirin û tên pejirandin roj bi roj kêm dibin.

Gava meriv li dîroka Êzdiyan dinêre, dê meriv bibîne ku welatê Xalta navenda ilm û xasên ola êzî bûn. Lewma hema meriv dikare bi hêsanî bêje tevaya şêx û pîra xaltî ne. Li herema Xalta bi sedan Qewlbê, xilmetkar û xasên Êzîdiyan hebûn. Cejn û cemayî bi wan xasan li dar diketin.Mixabin îro zêde zêde kêm bûne, yên heyî jî ji aliyê tevaya Êzîdiyan ve nayên dîtin û qebûl kirin. Û asta qelbêjî û xasîtiyê roj bi roj kêm dibe.

Li herema Torê û Çolê jî rewşa Êzîdî û dunavên Êzîdî îro ji hemû demê lawaztir e.

Li herêma Wêranşar'ê jî û Êzîdî yên ji wê heramê ji aliyê ruhî ve û nasnameya olî ve ji berê bêhtir qels bûne.

Li herêma Efrînê berê Qewlbêjên Êzî hebûn û ji aliyê êzîdiyan û misilmanê wê herêmê dihatin pejirandin hebûn. Îro hebin jî ne xuya ne mixabin.
Helbet rewşa Êzdiyên Cerihê, Hisiça û Serêkaniyê ne baştire ji heremên din.

Li Başûrê Kurdistanê, yan li tevahiya Iraqê oldar û xizmetkarên ola Êzî ketine ber lehiya propagandaya hev reşkirin û pûç kirinê. Kesên ji aliyê tevaya êzîdiyan ve tên pejirandin û hebandin kêm dibin. Eve tirs û metirsiya li ser ola kevnar û civaka bê star xurtir dike.

Ol hêz û peymana ruhî ye. Gava di aliyê ruhî de qels bibe, şikestin û tunebûn bilez dibe.

Em deyndarên xilmetkar, xas û babçakên xwe ne.
Em kêmin Xwedê û Tawisî Melek temam e.
Xwedê ruhê te şad bike û stêra te li ezmanê me her tim geş be BABAŞÊX!
Serê Mîr, diwana Ruhanî, Malbata wî, tevaya Êzîdiyan û hezkiriyên vê ol û civakê sax be..


Newaf Mîro 01.10.2020
0 deng
(570 nirx)
Îbrahîm Osman li ser koça dawî a Babaşêx weha nivîsî.

Bavê Şêx, bi dilovanî,
henûnî û mirovheziya xwe ya bêhempa, di nava dîwana rûhanî de, wekî Nûra Lalişê pak, zela û geş bû.
Bavê Şêx, bi helwesta xwe, temsîla çandeke 5000 hezar sal dikir.
Ew ne tenê remzek bû. Wî temsîla dîrokekê dikir.
Ew liyaqî navê xwe bû. Bi rastî bav bû. Bavê civaka Êzdî bû. Dengê Êzdiyan ê Li qada navnetewî bû.
Ew milyaketê serdema xwe bû.

Bira ruhê wî yê pak şad be!
Serê me sax be!
0 deng
(570 nirx)
Rûdaw ê li ser koça dawî a Babaşêx weha nivîsî...

Hezar korayî, Kesayetê diyar ê Êzidî, Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx ku  li nexweşxaneyê dihat demankirin di 87 saliya xwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Rêveberê Karûbarên Êzîdiyan ê li Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê Xêrî Bozanî ragihand ku Şêx Xirto Hecê Îsmaîlê bi nav nasnavê Babe Şêx îro Pencşemê 1ê Cotmeha 2020an li bajarê Hewlêrê di nexweşxaneyê de ji ber nexweşiyeke dijwar koça dawî kir. Xêrî Bozanî anî ziman ku mirina Babe Şêx valahiyeke mezin di Civata Bilidn a Rûhanî û Sîstema Ayînî ya Êzidiyan de hêla û koçkirina wî xemeke mezin e bo hemû Kurdên Êzidî.
Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx niha 87 salî bû û nexweşiya gurcîskê li gel hebû û vê yekê jî kar li ser dilê wî kiriye.
Babe Şêx roja Sêşemê ji Şêxanê bo nexweşxaneyeke Duhokê hatibû veguhastin, lê ji berê rewşa wî her girantir bû ji bo nexweşxaneya Hewlêrê hatibû veguhestin.
Baba Şêx ji 1995ê vê serpreştî û xizmetê ji bo dînê Êzidiyan dike.

Babe Şêx, berpirsê karûbarên dînî yê Êzidiyan bû û ew xwedî otorîteya herî bilind yê Êzidiyan bû. Li Şêxan ji dayik bûye. Ji binemala Şêx Fexredî Kurdî Edî ye.  Babe Şêx di heman demê de berpirsê dibistana Laleşê bû. 10 zarokên Babe Şêx hene.
Rudaw
0 deng
(570 nirx)
Arîf Zerevan bi boneya koça dawî a Babaşêx weha nivîsî...

Mezinê dînî yê kurdên êzdî Şêx Xirto Hacî Îsmaîl ko wekî Bab Şêx têt nas kirin îro li Hewlêrê wefat kir. Bila serê miletê kurd û brayên me yên êzdî sax be û Xwedê rehma xwe lê bike û cihê wî jî her biheşt be.
0 deng
(570 nirx)
Serokê Kurd Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya Babaşêx weha daxuyanî da...

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin êvariya roja pênçşem 01.10.2020 kesayetiyê olî û Serokê Ruhanî yê Ola Êzdî Şêx Xirto Hacî Îsmaîl (Baba Şêx) li bajarê Hewlêrê koça dawiyê kir. Baba Şêx kesayetiyeke olî yê diyar û niştimanperwerê Kurdê Êzdî bû ku li hemû rewşek da sedema xêrxwazî û çareserkirina kêşeyan bûye li nav xûşk û birayên me yên Êzdî û ji bo belavkirina tebayî û pêkvejiyanê kêmasiyê nekiriye. Li heman demê de jî Baba Şêx hêmayeke olî û me’newî bû û bi taybetî jî li rewşa niha da ji dest dana wî xesareteke mezine.

Serxweşiyên xwe pêşkêşî Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan û Encûmena Rûhanî ya ola Êzdî û kesayetiyên ola Êzdî û malbat û kesukarên Baba Şêx û tevahiya xûşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û hemû cîhanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê Baba Şêx bixe ber rehmet û dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Mesûd Barzanî

01.10.2020
0 deng
(570 nirx)
PAK ê, bi boneya koça nirxê Kurdan Babaşêx weha daxuyanî da.


Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik:
Ez sersaxîyê ji hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî re dixwazim

Me îro(01.10.2020) bi xemgînî wefata rêberê rûhanî yê xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî  Baba Şêx (Xirto Hacî Îsmaîl)  bihîst.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê sersaxîyê ji hemû  malbatê re, ji hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî re dixwazim.

Sersaxîyê ji gelê me re dixwazim.

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê
0 deng
(570 nirx)
Malpera Dengê Kurdistan weha nivîsî...


Rêberê rûhanî yê Êzidiyan Baba Şêx (Xerto Hacî Îsmaîl) li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.
Wî ji sala 1995ê ve serpreştî û xizmetê ji bo dînê Êzidiyan dikir.
Baba Şêx berpirsê karûbarên dînî yê Êzidiyan bû û xwedî otorîteya herî bilind bû. Herweha berpirsê dibistana Laleşê bû.
Şêx Baba li Şêxan ji dayik bûye. Ji binemala Şêx Fexredî Kurdî Edî ye. Babe Şêx 87 salî bû. 10 zarokên Babe Şêx hene.
Em ji hemû gelê Kurdistanê re û bi taybet ji êzdiyan re sersaxîyê dixwazin.
Dengê Kurdistan
0 deng
(570 nirx)
Malpera Şopger weha nivîsî


Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx koça dawî kir
Kesayetê diyar ê Kurdên Êzidî û Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx koça dawî kir.

 

Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx ku li li nexweşxaneyê dihat demankirin di 87 saliyaxwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Rêveberê Karûbarên Êzîdiyan ê li Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê Xêrî Bozanî ragihand ku Şêx Xirto Hecê Îsmaîlê bi nav nasnavê Babe Şêx îro Pencşemê 1ê Cotmeha 2020an li bajarê Hewlêrê di nexweşxaneyê de ji ber nexweşiyeke dijwar koça dawî kir.

Xêrî Bozanî anî ziman ku mirina Babe Şêx valahiyeke mezin di Civata Bilidn a Rûhanî û Sîstema Ayînî ya Êzidiyan de hêla û koçkirina wî xemeke mezin e bo hemû Kurdên Êzidî.

Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx niha 87 salî bû û nexweşiya gurcîskê li gel hebû û vê yekê jî kar li ser dilê wî kiriye.

Babe Şêx roja Sêşemê ji Şêxanê bo nexweşxaneyeke Duhokê hatibû veguhastin, lê ji berê rewşa wî her girantir bû ji bo nexweşxaneya Hewlêrê hatibû veguhestin.

Baba Şêx ji 1995ê vê serpreştî û xizmetê ji bo dînê Êzidiyan dike.

Babe Şêx, berpirsê karûbarên dînî yê Êzidiyan bû û ew xwedî otorîteya herî bilind yê Êzidiyan bû. Li Şêxan ji dayik bûye. Ji binemala Şêx Fexredî Kurdî Edî ye.  Babe Şêx di heman demê de berpirsê dibistana Laleşê bû.

Babe Şêx sê caran zewiciye û 10 zarokên wî hene.
0 deng
(26.4k nirx)
فەرماندایێ زەرەڤانی ازیز وەیسی وەها داخویانی دا.

ئەڤانێن بۆ ژیانێ دگرنگن، تام و چێژێ ددەنێ، ئارامی و ئاشتییێ د ناڤ چڤاکاندا پەیدا دکەن؛ پێدڤیبوو ژیان ژی هندە غەدار نەبا و ئەو ژ مە نەستاندبان!

ئەڤرۆ سپێدێ دەما من چاڤێن خۆ ڤەکرین، گەلەك خەمگین بووم ب بهیستبوونا وەغەرکرنا کەساتی و ڕۆحانیێ مەزن ل سەرانسەر ئێزیدخانێ "بابێ شێخ" یێ مەزن. ئەو کوردپەروەر و دلسۆزێ کوردایەتیێ بوو، کەسەکێ ڕاستگۆ بوو. د ژیانا خۆدا هەمی شیانێن خۆ د سێ خالێن گرنگدا مەزاختن؛ پاراستن و زێرەڤانییا ئێزدیاتیێ وەک ئۆل و وەك مللەت، ستۆینا راگرتنا ئاشتییا جڤاکی، پاراستنا خەتێ کوردایەتییێ و ڕاوەستان ل بەرانبەر لادەر و خۆفرۆشێن خەتێ کوردایەتییێ.

ب قەدەر وێ دلسۆزی و دلوڤانی و ڤییانا، کو هەرجار بۆ من دیار دکر، هێژ زێدەتر ئەز د ناڤ خەمەکا پڕ ئێش و ژاندا هێلام و وەغەرکر.

خۆدایێ مەزن ب دلوڤانی و چاکییا تە ل گەل تە بکەت، ئەی مرۆڤێ هێژا و مەزن. وەك جەنابێ تە هەردەم دگۆتە مریان، ئەم ژی دبێژین؛ ئەو ل ڕێ، ئەم ل پێ، ئەم هەمی دێ زڤرین بال خۆدێ.

لیوا عەزیز وەیسی
فەرماندێ فەرماندەیا پێشمەرگەیێن زێرەڤانی
...