Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
11
berê Di beşa Mirov de (26.2k nirx)
Einstein çima hez ji Ataturk dikir?

1 bersiv

0 deng
berê (6.1k nirx)
Einstein jî weki piranîya Sosyalîst û Komunîstan, şûna bala xwe bide ser rewşa mirovî ya Tirkîyê, welatê Tirkîyê wekî cihekî Parestina Cihûyan dîtiye û ji ber vê yekê jî, hertim bûye dilxwazê rêvebirîya Komara Tirkîyê û Etetirk. Dema 17 ê êlûna 1933 ê Einstein nameyekji bo Parlemena Tirkîyê hinard û daxwaza vexwendina zana û bisporên cihû yên li Elmanyayê kir.

Çendîn bi awayekî fermî nameya Einstein nehatibe erêkirin jî, piştre ji aliyê etetirk ve gelek zanayên cihû ji Elmanya hatine anîne.

Bi rêk û destê van zanayên cihû, bingehê komara Tirkîyê, dadwerîya Tirkiyê, yasa û zagonên birêvebirina civakê û aboriyê hatine pêşxistinê.

heman di vê demê de, beriya vê demê û piştî vê demê, komara Tirkîyê, Bi dehhezaran mirovên Kurd qir kirin û qir dikirin. Ji aliyekî ve komkujî û jenosîdên mezin li ser Kurdan pêk dihatin, ji aliyê dîtir ve, bi destê van zanayên Elman Komareka nû dihate avakirinê.
...