Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
12
Di beşa Navdar de (26.2k nirx)
Maksîmê Xemo kî ye? ji ku ye?

1 bersiv

0 deng
(26.2k nirx)
Ji Bo bîranîa 86 saliya Profêsor Maksîmê Xemo

Neh’îya Aparanê, ort’a ç’yada gundekî Ezdiyda gundê Çobanmazêda  niha Avşên)sala 1934   Husêynê Xemoyî kolxozvanr’a kur’ek bû, navê wî danîn Mek’sîm. Xwendina ewlin li dibistana gundê xwe û gundê cînar Pampa Kurda (niha Sîpan), lê ya navîn dibistana gundê ermenîya Saxkahovîtê standîye.Sala 1954 a fakûltêta zimanên dereke (almanî, înglîsî) ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê da têda dixûne û sala 1959 a wê bi sekeftin xilaz dike.
Dema salên xwendinê, du sala (1958-1959) li para axaftinên kurdî ya radîoya Yêrêvanê da wek dîktor dixebite. Wan salan, usa jî li dibistana hejmara 47 a ya bajarê Yêrêvanê, ji bo zarokên kurd dersên zimanê kurdî vedike û bi xwe jî dersê dide.Ji pey dewî anîna xwendina bilind ra diçe bajarê Lênîngradê û aspîrantûra înstîtûta rojhilatzaniyê ya Akadêmîya welatê sovêtê da dikeva xwendina zanyariyê. Li wê navenda kurdzanîêye bi nav û deng da, di nav rojhilatzan û kurdzanên eyan, li ser têza xwe dixebite. Têma dîşêrtasya doktoriya wî bû „Zaravê kurdên Behdînan li Kurdistana Îraqê “.

Salê xwendina aspîrantûrayê ew wusa jî dersê zimanê kurdî dide kurdzanên gênc. Sala 1966 a dîsêrtasiya xwe bi serkeftin xweyî dike, navê kandîdatê zaniyariya fîlalogiyê (doktoriya ewlin) distîne.
1964 a da li Yêrêvanê akadêmîya Ermenistanêye zaniyarî, di koma kurdzaniyê ( paşê ew kom dibe para kurdzaniyê ya înstîtûta rojhilatzaniyê), da derbazî xebata zaniyariyê dibe.

Ji wê demê da, weke nîv sedsalî, bê rawestandin li wur kar dikir. Zimanzanê xweyê emekê mezin temamya jîyana xwe dîyarî pirsgirêkên zimanzaniya gelê xwe kir.

Sala 1990 î, Maksîmê Xemo bi têma “Binaxên frazêologiya zimanê kurdî“ dîsêrtasiya doktoriyê li bajarê Moskvayê xweyî dike û dereca doktorê fîlologiyê distîne. 1997 hêjayî navê profêsoriyê dibe.

Salên 1964-1981 wak xebatçîyê zanyarî wê îdara zanestiye jorgotî da dixebite. 1981-1995 an dibe xebatçîyê zanyariyî sereke, lê ji sala 1995 an êdî karmendê zanyarîêyî pêş û serokê para kurdzaniyê dixebite.

Goveka şuxulvaniya zimanzan berfire bû. Pirofêsor devedevî 120 pirtûk û gotarên zanestî li ser pirobilêmên zimanzaniya kurdî û cihanê nivîsiye û bi çend zimanan (rûsî, kurdî, ermenî) weşendiye. Emekê wî pire di zimanzaniya kurdî da. Em ji xebatên wî çenda bîr bînin: „Ferhinga kurdî-rûsiyê firazbendî (firazêolog)“, „Zaravê kurdê behdînan li Kurdistana Îraqê“, „Zimanê kurdî û lîtêratûra“, „ Binaxêd firazêologiya zimanê kurdî“, „Riya sazbûna zimanê kurdiyî hemmiletiyî lîtêratûrî“, „Probilêma prozêssa sazbûna strûktûra ziman bal merivayê“,“Probilêma daxwezê di zimanzaniyêda“û yên din.

Maksîmê Xemo derheqa bi deha probilêmên kurdzaniyê, başqe gotî-zimanzaniya kurdî da li konfêransên mezin e ortemiletiyê da pêşda hatiye û bi gotarên xweye zanestîye hewaskar fikira xwe ya zanestî gotîye û guhdarîya zimanzaniya cihanêye zanestî kişandiye ser zimanzaniya kurdî. Pirofêsor serokatiya zanestî bi dehan têzên berendem û doktora kirye, bi rêdaktoriya wî gelek pirtûk û xebatên zaniyarî bi zimanê kurdî, rûsî, ermenî hatine weşendin…
Wî karê xweyî zaniyarî ra tevayî, ji sala 1968 a heta 1975 a li fakûltêta Rojhilatzanyê ya Unîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê da dersê zimanê kurdî daye.
Sala 1994 a bi hewildana Meksîmê Xemo û hinek zaniyarên ermenî li bajarê Yêrêvanê ûnîvêrsîtêta gûmanîtar ya ser navê “Davît Anhaxt” vedibe. Wurda fakûltêta kurdzaniyê jî tê demezirandin. Zaniyar li wê îdara xwendinê da him serokatiyê wê fakûltêtê dike û him jî dersê zimanê kurdî dide.

Fakûltêta rojhilatzaniyê ya ûnîvêrsîtêta ser navê “Hraçiya Açaryan “ da jî dersên “Bingeha zaniyariya zimanên rojhilatê” dide.

1996-2000 a serokatiyê komîtêya têrmînologiya zimanê kurdî ya rex rojnema RÎYA TEZE dike, Endemê şêwra zaniyariyê ya xweyîkirna têzên kandîdatiyê û doktoriyê li înstîtûta rojhilatzaniyê ya akademiya Ermenistanê bû.
Karê zimanzanê eyan bilind hatîye qîmetkirin. Ew hêjayî gelek mêdal û hurmetnemên komara Ermenistanê bûye.

17 ê hezîranê sala 2011 ali bajarê Yêrêvanê doktorê zaniyariya fîlologiyê, profêsor, zimanzanê kurdî eyan, serokê para Kurdzanîyê ya Înstîtûta rojhilatzaniyê li Akadêmîya Ermenistanê ye zanyarîyê Maksîmê Huseynê, Eliyê Xemo (Maksîm Xamoyan) çû ser dilovaniya xwe.

Mraze Xemo Xamoyan
...