Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
7
Di beşa Navdar de (26.2k nirx)
Dilşa Wezîrê Dewrêş kîye? kî ye?

1 bersiv

0 deng
(26.2k nirx)
Serxweşî

25 meha Tebaxê sala 2020a xanimeke bêhempa, rêzdar, dayikeke dilrehm, xêrxwez, kurdeke welatparêz – Dilşa Wezîrê Dewrêş 62salîya xwe da li bajarê Almatiyê  çû ser dilovanîya xwe.

Dilşa Wezîrê Dewrêş 4ê meha Cotmehê  sala 1958a li Ermenistanê, nehîya Masîsê ji dayik bûye. Sala 1976a dibistana navende bi qîmetê baş anîye dawî. Ew ji sala 1977a bûye bermalîya Zaharê Wezîrê Kesko.

Dilşa  Wezîrê Dewrêş jîyana xwe da gelek çetinahî, zorî û zehmetî dîtîye. Malbeta wê  jî wek gelek kurdên Ermenistanê ji bo şerê Qerebaxa Çîyayî di navbera ermenîya û adirbêcana da sala 1989a  koçberî bajarê Almatî ya Komara Qazaxistanê dibe.

Dilşa Wezîrê Dewrêş wek endama komîteya jinan ya Yekbûna kurdên Qazaxistanê «Berbang», hertim beşdarî çalakîyên kurdên bajarê Almatîyê dibû, bi şîret, rabûn  û rûniştina xwe va minakeke maqûlîya  jinên  kurd bû. Ewê sê ewlad (du kur û qîzek) mezin û terbîyet kirîye. Bûye xudanê nevîya. Çawa dayikek kurd ewê ewlad û nevîyên xwe  fêrî zimanê kurdî dikir û bi ruhê kurdayetî ê terbîyet dikir. Dayikên kurde  wek Dilşa Wezîrê Dewrêş nayên ji bîr kirin. Ewe tim di dilê dilxaz û gelê xwe da zindî bimîne.

Rehma xwedê Dilşa Wezîrê Dewrêş be, cîyê wê cinet be!

Rêvebirîya Yekbûna «Berbang» ya kurdên Komara Qazaxistanê bi xemgînî serxaşîyê dide ewlad, malbet, bira,  pismam û xerxasên wê, bila xwedê sebrê bide wan.
...