Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
+3 deng
21
Di beşa Ziman de (210 nirx)
Peyva Kirîv û Kîrve gelo kîjan raste?

1 bersiv

+1 deng
(210 nirx)
Rastîyek heye gelek peyvên Kurdî di nava zimanê Çelexwehrî yê Tirkî de bicîh bûne. Û ji ber di wirade bicîh bûn, di nava zimanê Kurdî de, an ku di nava Kurdan de pir nayêne bikaranîn.

Peyva Kîrve û kirîv jî yek ji vana ye.
Ev destnîşankirin pêşî ji aliyê Mamosteyê Zimanê Kurdî, Fergin Melîk Aykaç ve hate kirinê.

Di Kurdan de bûyîna xizim, bûyîna Mirovêt hev hertim bi navê rêka bûyinê, awayê bûyinê tête derbirîn.

Mînak em ji dê ve mirovêt hevin.
Em ji bav ve mirovêt yekin.
Em ji metik an jî xaltîk ve mirovêt hevin.
û xizmatîyeke dîtir ya Kurdan heye ew jî, ji "Kîr" ve ye.
ev peyva Kîrve, di nava demê de, ji ber şermê an jî kevneşopê wergerehaye û bûye Kirîv. Lê belê peyva "Kîrve" maye di nav zimanê Tirkî yê Çelexwehrî de.

Peyva rast "Kîrve" ye. an ku ji Kîrve mirov dibin xizmêt hev.
(110 nirx)
Dest xweş mamoste
(170 nirx)
Raste wusa ye, dest xweş be.
...