Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
44
Di beşa Wêje de (26.7k nirx)
Mehmet Oncu kî ye?
Gotinên Pêşiyan

1 bersiv

0 deng
(7.0k nirx)
Mehmet Oncu, di sala 1961 an de, li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayîk bûye. Bavê wî Hûsê Horê, navê wî Hemo danî ye. Lê belê ji ber di van salan de navên Kurdî bi şêwazeke din dinivîsandin, navê wî weke Mehmet li nifûsê hatîye nivîsîn. Mehmet Oncuyê ku bi piranî xwe weke Hemo pêşang dida nasîn, dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendine, paşê jî ji zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêrîyê mezûn bûye.
Folklornas, lêkolîner, helbestkar û wêjevan, Mehmet |Oncu, di sala 1983 an de, li bajarê Semsûrê (Adiyaman) di Wezareta Perwerdeyê de, weke karmend dest bi kar kirîye. Oncu di sala 1983 an vir de, li ser folklora Kurdî (bi taybetî li ser kurmancî) xebat kirîye û bi navê -Hemo Pêşeng- gelek berhem, nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin.
Oncu yê ku di pûşpera sala 1994 an de ji Wezareta Perwerdeyê derbasî Wezareta Çand û Geştîyarîyê bûye, di wir de karmendîya xwe berdewam kirîye. Gotar û nivîsarên Oncu yên li ser folklora Kurdî jî nemaze di kovarên wekî Zend, Rewşen, Nûbihar, Govend, Çirûsk Jîyana Rewşen, Kovara W, Tîroj û Dilopê de weşîyane. Oncu û hevalên xwe ên weke Mehmet Akar, Welat dilken, Zekî Akdax, Şêxo Fîlîk û hîn gelekên din li Semsûrê rojnameyek bi navê -Semsûr- derxistine. Di vê Rojnameya, bi Kurdî û Tirkî weşan dikir de demekê di qûncika bi navê - Kenêrk- de li ser Folklor û zargotina Kurdî nivîsîye. Oncu ji Wezareta Çand û Geştiyarîyê malnişîn bûye. Zewicî ye, bavê du keç û kurekî ye.
...