Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
63
Di beşa Navdar de (400 nirx)
Dildar kî ye? kîye?
. دلدار

1 bersiv

+1 deng
(26.7k nirx)
DILDAR ( 20'ê reşemiyê, 1918 Koye −12'ê tîrmehê, 1947 an jî 20'ê kewçêrê, 1948 Hewlêr)

Yek ji wan helbestvanê navdar e li Kurdistana Başûr.

Navê wî yê rastîn Yunis Re'ûf e, wek gelek nivîskarên kurd wî jî, ji xwe re nasnavek dîtiye: Dildar, bi salan bi vî navî ve hatiye naskirin. Dildar di sala 1918'an de li bajarê Koyeyê jidayik bûye
Dibistana pêşîn li Ranyeyê, dibistana navîn jî li bajarê Hewlêrê di sala 1935'an de qedandiye. Piştî xwendina navîn ew diçe bajarê Bexdayê li wê derê zanîngeha dadimendiyê diqedîne, çend salan wek Parêzer kar dike.

Di van salan de dest pê dike doza xizan û belengazan diparêze, li dijî neheqî û zordestiyên li welêt û li derveyî welêt dengê xwe bilind dike.

Ji aliyê din mijûliya wî ya li ser edebiyata cîhanê û rojhilatê zêdetir dibe, dîroka Yunan, Fransayê, Tirkiyeyê û wêjeya van welatan gelek bala wî dikşîne.

Li şûna parêzeriyê, ew wek warê xebatê ji xwe re helbestvaniyê hildibjêre.

Di helbestvaniya Dildar de tema here balkêş e, bêguman tema welatparêzî û janên mirovatiyê ne.

Kurdistan bûye kakilê tema afirandinên wî, bi taybetî helbestên wî yên bi navê Ey Reqîb û Kurdistan ji helbestiyê derketine, li ser zar-zimanê gel wek kilam-stran jîndar mane.

Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Reqîb di nav gel de gelek belav bûye, wek straneke popûler hatiye nas kirin.

Di dawiyê de, ev helbesta di sala 1946-an dema Komara Mehabadê tê saz kirin, dibe marşa vê dewletê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê bang kirin.

Di salên şerê cîhanî yê duyem de helbestên Dildar li ser bingehekî gelek demokrat û mirovhez tên nivîsîn.

Dildar ji aliyê din di bin bandûra wêjeya fransî de jî maye, ji helbestên La Fontaine, La Martine wergerandiye zimanê kurdî.

Çend kurteçîrok jî nivîsîne û di kovara Gelawêj de hatine weşandin, ji wana çend heb jî wek destnivîsar mane.

Dildar di sala 1948'an de, dema ku dikaribû gelek berhemên mayîn pêşkêşî gel bike, di dawiya mirineke bêwext koça dawî dike.

Lê belê berhemên wî wek Ey Reqîb îro ji sînoran derbas bûne û wek afrandinên nemir di nav gel de belav bûne û dijîn.

#çavkanî :

↑ Dengbê û Stranên me, Destan û Folklor, Hesenê Alê

↑ DELDĀR,YŪNES MELA RAʾŪF
...