Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
77
Di beşa Navdar de (27.3k nirx)
rastkir
Ahmed Bamernî
Ehmed Bamernî kîye?
Dr. Ahmed Bamernî kîye?
Kengî bûye, li ku jîyaye?
Çi kar kirine?
Kengî koça dawî kir?

1 bersiv

0 deng
(27.3k nirx)
DR. AHMED BAMERNÎ  JÎ KOÇA DAWÎYÊ KIR!!!

Sed heyf û mixabin  tekoşerê welatparêz û dîplomatê Kurd Dr. Ahmed Bamernî  roja 21.08.2020  bi sedema  koronayê   li nexweşxana Hewlêrê  koça dawîyê kir.
Dr. Ahmed Bamernî   hemû jiyana xwe ji bo Kurd û Kurdistanê terxan kiribû… Wî wekî xortekî çalak û welatparêz  di Şoreşa Îlonê de beşdarî kir… Piştî tekşûna şoreşê  wî di nav rêzên YNKê de cîh girt  bi şiklekî çalak karên xwe berdewam kir.

Min Dr. Ahmed Bamernî û hevjîna wî Nazanînxan li Parîsê naskir.. Me pêkve  sedan çalakî  li dijî dagirkerên Kurdistanê darxist û rêvebir.

Piştî  ruxana  rejîma  Saddamî  Dr. Ahmed Bamernî  bû sefîrê Îraqê   li Swêdê û   li Romayê.. Di vê dawîyê de jî karê  rawêjkarê  Serokê Îraqê dikir.

Gelê Kurdistanê tekoşerekî  xwe  hêja winda kir!!!  Bila serê  gelê Kurd, hevjîna wî Nazanîn xanî û zarokên wî xweş be!!

Aso Zagrosî
...