Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
134
Di beşa Navdar de (27.4k nirx)
Adil Ay kî ye? kîye?
Li ku hatîye dinê?
Li ku dijî?

1 bersiv

0 deng
(27.4k nirx)
rastkir
Sitranbêjê Kurd Adil; sala 1978 ê li gundê Qesirbelekê ya serbi Nisêbînê ve jidayik bûye. Wekî piranîya Kurdên çarîka dawî ya sedsala 20 an, ew jî di nava metirsî, nakokîyên netewî, pevçûn û arîşeyên sîyasî yên Kurdistanê de mezin bû. Di temenê zarokatî de neçar ma dibistaneka ku qet heya xwe ji zimanê wê tine xwend. Pênc salên dibistana gund, di nava alozî û nakokîyên derûnî de bihurandin. Di qonaxeka wisan de dijîya, ew zimanê wî yê pê çavê xwe ji jîyanê re vekirî û cara yekem zimanê wî pê livîyayî ne dihate pejirandin. Kaset û dengên sitranên Kurdî divîya di nava heft qulên heft dîwaran de bêne veşartin. Lê dîsan jî Adil, di temenê xwe yê 5,6 salî de, dengê wan kasetên di qulê dîwaran de, li kolanan belav dikir û sitranên Şivan Perwer ji bo gundîyan, xizm û kesêt xwe vediguhestin. Zarokatîya di nava herî, toz, ka û germa havînê ya wekî agir de bihurandî, di derûnê wî de girêdaneka kur bi çanda Kurdewarî ve ava kir.
Piştî dibistana navîn li Nisêbînê Qedand, hel û mercên jîyanê wekî piranîya Kurdan berê wî jî dabû xerîbîyê û li gel malbat û birayên xwe di 16 salîya xwe de koçî Sitenbolê kirin. Ji gundê herî biçûk yê Kurdistanê, koçî bajarê herî mezin yê Tirkistanê kiribû. Hel û mercên jîyanê êdî wekî gund nebûn û divîya bi cûreyekî debara xwe bike. Çendîn birayên wî jê mestir jî bin, wî xwe bi hêvîya pêşengîya wan nehişt û kete nava liv û tevgerê da bikaribe xwe û malbata xwe xwedî bike.
Bi tekoşîneka bêhempa ya jîyanê, dîwarên şerpezetîyê rûxandibû û êdî bûbû karmendekî Kurd li welatên xerîb.
Herçend ji welatê xwe dûr be jî, ti dem û çaxê xwe ji koka xwe, qurmê xwe qut nekir û her ku derfet dît, xwe ji hemî kar û barên jiyanê û cîhanê vedizî û berê xwe da gundê Qesirbelekê, xwe di nav erd û zevîyan de gevizand, xwe di nav gihayê beharê de dirêj kir, bi şoqil û qîfal, petîx û zebeş, tuzik û tolika Qesirbelekê zikê xwe û derûnê xwe têr kir.

Mirov piştî ji xaka xwe dur dikeve êdî tu deverê jêre nabin welat, nabin şûn war. Her deverê jêre wekî heve û berê xwe da Ukrayna yê. Si sala 2006 ê de derbasî Ukrayînayê bû. Wekî karmendekî Kurd, bi bazirganîya cil û bergan xwe li vî welatê dûr bicî kir. Piştî demekê êdî hestên evînê bi rêka keçeke Ukraynayî dilê wî dîl girt û Jîyana xwe bi dilxweşî li gel hevsera xwe kire yek.

Her ku roj, meh, sal bihurîn, ew jî êdî dibû niştecîyekî vî welatî. Li gel hevsera wî du keçikên wan bûn.
Piştî demekê Ukrayina û bi taybet jî devera ku lê dijîyan Bajarê Doneskê yekser xwe di nava agir û duxan û pevçûna şer de dît. Şerê hêzên ser bi rûsya ve û yên ser bi hikumeta Ukrayna ve. Nîvê rojê guleyên topa li kêleka xanîyê wan diteqîn, li nîvê sikaka, kolan û cadeyan narincok di teqîyan û gule dihatine barandin. Lê li gel zarokên xwe û hevsera xwe, bajarê xwe bernedan. Êdî ew bi qasî Qesirbelekî bû, ewqasî jî Doneskî bû. Lê belê hersal hevsera wî li gel wî serdana Qesirbelekê dikir.
Êdî demek hat, hestên wî yên zarokatîyê ew dilê wî yê di nava cendekî wî de di werimand, ne dihişt di nava cendekî wî de xwe ragire. Ew kilamên Kurdî, yên di nav wê herîya gund û li ber wan kevirên dîrokî de digotin, careka dîtir di hinavî wî de dengê xwe bilind dikirin. Û sala 2919 ê biryar da berê jîyana xwe biguhere û mitala xwe ya çanda Kurdî, ziman û mûzîka Kurdî têr û tije bike û dest bi muzîk û sitranbêjîyê kir.
Lê berîya destpê bike jî, xwe kar kiribû. Ji sitranên Mihemed Şêxo hetanî bi yê Miradê Kinê, Mihemed Arif hetanî bi Mihemed Alî Şakir, Dengbêjên Kurda, sitranbêjên kevin û yên nûjen, berhemên wan li gorî xwe bi cûreyekî ditir careka dîtir girtibûne dest. Bi xwe jî, sitran û helbestên evîndarî û Kurdewarî amade kiribûn. Dem dema gotinê û Klîba bû. Dixwest êdî bê navber van berhem û berhevên xwe yên ji zarokatîyê ve di dilê wî de dikelîyan ji bo Kurdan, ji bo cîhanê, ji bo jîyanê, ji bo sirûştê bibêje. Ew bibe bilbil û ji bo gula di dilê Mihemed Şêxo, dilê Seydayê Cigerxwîn, dilê hemî evîndarên welat de vejîyayî, xwunçe dayî û neha jî pê gihşitî bibêje û bistirê.
Di demeke kin de, ji sala 2019 an hetanî havîna 2021 ê nêzîkî 50 sitran gotin û klîbên wan jî kişandin. Bi hemî dem û derfetên xwe ve, dest bi karên hunerî kir. Li gel gotina sitranan û kişandina vîdeoyan dest bi dersên muzîkê kir. Li gel Mamosteyên xwe yên Rûs li ser muzîka Kurdî, awa û şêweyên muzîka cîhanî dest bi vekolîna kir.
Hîna jî bi hemî dem û derfetên xwe ve jîyana xwe daye rêka çand û hunera Kurdî û dixwaze bi hemî alîyan ve, xwe di muzîk û hunera Kurdî, wêje û helbestê Kurdî de pêş bixe.

Agirî Soran.
31.08.2021
...