Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
71
Di beşa Navdar de (27.4k nirx)
natalya, hunermend natalya,

1 bersiv

0 deng
(27.4k nirx)
Hunermend Natalya - Jînenîgarî.
Di sala 1976an de li Ermenistanê, li gundê Şîrazlû hatiye dunyayê. Bi eslê xwe Natalya, Kurda Bakurê Kurdistanê ye. Bi sedan sal e kal û bavê wê ji welatê xwe hatine dûrxistin, lê belê hesreta welatekî azad û serbixwe her dem di dilê wan de heye û wê bimîne. Di sala 1983an de, Natalya li bajarê Ermanistanê li Abovyan, dest bi xwendina xwe ya dibistana navîn dike. Di sala 1989an de malbata Natalya koçberî Ûkrayna dibe û li wê derê, Natalya di sala 1993an de xwendina xwe ya navîn xelas dike.
Ji bo wê, hezkirina hunerê her diçû mezintir dibû û bi wî awayî jî gotin û awazên stranan ji aliyê Hunermend Natalya bê zehmet dihatin afirandin. Di sala 1996an de, Natalya li Ûkrayna dest bi xwendina xwe ya Hiqûqê dike. Her çiqas ev herdu xwestekên wê ji hev dûr bûn jî, ji bo Hunermend Natalya herdu jî bûn wek armanc ji bo xizmeta gelê xwe bike di her qadê de. Di salên xwendevaniya xwe de, huner ji bo Hunermend Natalya bûbû weke karekî ji aliyê nasandina çand û hunera Kurda ji gelên biyanî re. Di gelek festîval û konsêrtên Sovyeta berê de, stranên gelêrî û nûjen ji aliyê Hunermend Natalya ve dihatin peşkêşkirin. Di sala 2001ê de, xwendina xwe ya Hiqûqê xelas dike û piştî wê berê xwe dide Ewropa bo peşxistina hunera xwe, da ku di xizmeta çanda gelê xwe de di rêya hunerî de kar bike. Di sala 2002an de bi rêya Pêşbirka muzikê ya Televîzyona Kurdî Medya Tv, di beşa nûjen de cîyê yekemîn digre û bi wî awayî jî xelata Albûmê distîne. Bi derketina Albûma yekemîn "Xeyal“ ve, Natalya dikeve nava dilê gelek guhdarvanan.
Di sala 2004an de, dest bi xwendina xwe ya Civaknasiyê li bajarê Berlîn dike û piştî qedandina Zankoyê, di sala 2009an de weke civaknas li Berlînê kar dike. Jiyana xwe li ser du beşan derbas dike; li ser karê hunerî û yê civaknasî. Hunermend Natalya xwediyê 10 Videoklîp û 2 Albûma ye. Herwiha niha jî xebata wê ya li ser 6 Vîdeoklîpên nû berdewam dike.
...