Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
69
Di beşa Navdar de (27.4k nirx)
Yekbûn Sîncar kîye?
kengî bûye?
li ku bûye?
li ku dijî
berhem û hunera Yekbûn Sîncar

1 bersiv

0 deng
(7.5k nirx)
YEKBÛN SÎNCAR
Stranbêj, kompozîtor û Produktor e.

Ew li Stenbolê ji dayik bûye.

Ji Mêrdînê, ji Bakurê Kurdistanê ye û biçûka 6 xwişk û bira ye.

Wê di 1989an de, bi amatorî bi xwişka xwe re dest bi muzîkê kiriye û dû re tevlî 'Koma Çiya' bûye. Heya 1997an, di gelek şev, dawet, konser û festîvalan de bi rengekî çalak xebitiye.

Perwerdehiya Muzîkê li Fakulteya Zanîngeha Marmara ya li Stenbolê stendiye.
Ew di sala 2002an de, yekem car bi albuma xwe ya solo "Nîrwana" re, derketiye pêşiya evîndarên xwe.

Di vê navberê de ew beşdarî gelek karên hunerî bûye. Ew bi muzîk û stranbêjiya xwe, beşdarî rêzêfîlmên Tirkî; "Ihlamurlar Altinda", "Esir Kalpler û Asi" bûye.

Ji aliyê din ve, reklamên muzîkê û jenerîk amade kiriye. Herwiha muzîkên dansê yên taybetî ji bo komên dansê amade kiriye.

Di gelek albumên stranbêjên Kurd û Tirk de, stran gotiye.

Di sala 2007an de, bi xebata xwe ya hunerî ya duyemîn bi navê "Kejê" derketiye pêşberî hezkiriyên xwe ...

Ji bo hin stranên xwe (Were Were, Xwezî Dîsa, Esîr Kalpler, Kejê, Yar Eman, Nikarim, Haro Baso, Şervana Kurd im,) klîp kişandiye.

Wê di Zagros Tv de, di bernama Aramo "Mêvan Show" de weke derhêner û aranjor kar kiriye.

Weke jurî beşdarî pêşbaziya Trt Kurdî, "Strana Xwe Bêje" bûye.

Li Koreya Başûr, li ser navê Hukumeta Kurdistanê beşdarî festîvala Pusan ya filîman bûye.

Di sala 2013an de, wê ji bo zarokan albûmek çêkiriye û ew li ser itunes, amazon û musicload weşandiye.

Wekî din, albûma wê ya çaremîn Dilop, hem li Başûrê Kurdistanê û hem jî li Tirkiyê derketiye û du klip kişandiye.


1992 "Koma Çiya - Rozerîn" 
1995 "Koma Çiya - Dîlana Bê Sînor" 
2002 "Yekbûn - Nîrwana"
2006 "Ihlamurlar Altinda" rêzefilîm- tirkî)
2007 "Asî" (rêzefilîm- tirkî)
2007 "Yekbûn - Kejê"
2014 "Yekbûn - Dilop"
2014 "Yekbûn - Zarok"
2015 "Bro omerî - Peşk"
...