Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
+2 deng
103
Di beşa Navdar de (26.7k nirx)
Derwêş Serhedî kî ye?
Derwêşê Serhedî kî ye?

2 Bersiv

0 deng
(26.7k nirx)
hilbijart
 
Bersiva herî baş
Derwêş Serhedî di payîza sala 1964an de li gundekî qeza Cilawiz(Susuz)`ê  ku girêdayî bajarê Qersê ye, hate dinê. Gundê wî dikeve qontara çiyayê Qisirê, wê demê gundekî 70-80 malî bû. Mixabin ji sedema jîyana aborî û bi piştî destpêka şoreşa bakurê Kurdistanê gundê wan jî mîna gelek gundên din ji xelkê vala bû û gundî neşar man ku ji cihê bav û kalên xwe ber bi metrepolên Tirkiyê koç bikin. Ji bona wê jî niha di gund de tenê 20 heya 25 malan mane.

Derwêş ji malbatekê tê ku hal û rewşa jiyana wan baş û mîna salên berê di etmosfêrekî Kurdewarî de jiyana xwe didomînin. Wî xwîndina xwe ya dibistanê li gundê xwe bi dawî anî û piştî wê dibistana navîn jî li bajarê Qersê berdewam kir. Sala 1985an Derwêş bû esker û di Adar 1987an de eskeriya Romê bi dawî anî. Li Ilona 1987an de ji Kurdistanê derket û hat Ewropa û li welatê Elmaniya bi cîh bû.

Ji çaxê zarokatiyêde Derwêş di Serheda dengbêjperweran de bû evîndarê kilam û stranên Kurdî yên otantîk. Ev evîn û rûhiyet ji malbata wî mîna mîrasekê gehiştibûyê. Di malbata wî de herçiqas ji bilî bilurvan û dengbêjê navdar Rizayê Fetî(mamê Derwêş) hunermendekî bi nav û deng derneketibe jî, lê di nava rihê hemû endamên malbatê de rihekî hezkirinê yê ji bo folklor û stranên Kurdî heye. Ev bû sedem ku Derwêş him ji rûhiyeta malbatê û him jî hewesa xwe ya kûr ya ji bo hunera dengbêjiyê, hêz û evîneke bêdawî bistîne. Mirov dikare bêje ku ji temenê zarotiyê de Derwêş zû rêya xwe peyda kir û ket ser riya hunerê, lê hunera Kurdî ne ew hunera ku di xizmeta sîstema serdest de bû. Herçend ji bo firotina hunera Kurdî gelek derfet jî jere peyda bûn, lê wî nexwest ku bi hunera gelê xwe ticaretê bike. Derwêş di xeyal û ramanên zarokatiyê de xwe mîna hunermendekî pêşerojê didît. Ji ber wê yekê jî dibistan û xwîndin ji bo wî ewqas pêwîst nebûn. Lewra çûyîna zanistgehê zêde girîng nedidî.

Derwêş ji zarokatiyê guhdarekî radyoya Rewanê(Êrîvanê) bû û di şahî û govendên gelê herêmê de bi îsrar û evîneke bêdawî beşdarî dikir. Derwêş hemû şevên ku jêre şevbêrkên dengbêjan digotin, bi hesretek bêdawî li dengbêjên Kurd guhdarî dikir û xwe hînî fen û hunera dengbêjiya Kurdî dikir.

Ji dengbêj û hunermendên ku di radyoya Êrîvanê de hunera xwe eyan dikirin, yên mîna Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Egîdê Têcir, Reşîdê Baso, Şewabê Egîd, Dawudê Xelo û meya Egîdê Cimo û Xelîlê Evdile, bilur û zirna Şamilê Beko bandoreke raste-rast li ser hissên Derwêş pêkdianîn. Herwiha dengbêjîya mamê wî Rizayê Fetî û dengbêjî û sazbendiya Esker Demîrbaş  jî ku di şevbêrkên dengbêjan de beşdarî dikirin, tev ji bo Derwêşê Serhedî bûn xwîndingeha hînbûna hunera Kurdî.

Di sala 1978an de Derwêş bi lêxistina temborê dest bi karê sazbendiyê kir. Piştî wê xwe hînî lêxistina mey û zirne jî kir. Lê di vê navê de karê herî balkêş ew bû ku Derwêş bi mey û qamîşên ku hostayên(çêkerên) Tirk li Tirkîyê çêdikirin, ti tama meya Kurdî têde nedidît. Ji ber ku dengê wê gelek dûrî miqam, stran û rûheyeta hunera Kurdî bû. Ne wek meya radyoya Rewanê( meya Egîdê Cimo û Xelîlê Evdile) bû.

Derwêş hertim li pey hînbûnê bû û bi hesret bû ku rojekê ji nêzve hunermendên Kurd bibîne. Ber wê yekê Derwêş sala 1995an xwe gehand Ermenistan û Gurcistanê. Êdî ew gehiştibû miradê xwe. Yanî ji aliyekî ve amorên xwe kom dikir û ji aliyê din ve jî di nava Kurdên Qefqaziya, Kurdên ajîk,sirgûn û mişextkirî de digerîya. Di wê gerê de serî li hunermend û dengbêjên Kurd dixist û bi taybetî jî li pey hunermend û dengbêjên navdar digeriya. Bi vî awayî ew bi gelek hunermend û dengbêjan re bû nas. Reşîdê Baso, Karapêtê Xaço, Efoyê Esed, Egîdê Cimo, Şeroyê Qasim, Şibilîyê Çaçan û yên Ermenî weke; Ciwan Gasparyan, Suren Asaturyan tev ji wan hunermendan bûn ku di vê gerê de Derwêş ew ji nêzve nas kirin û bi pirsên xwe yên ji wan zaniyarîyên xwe berfirehtir kirin.

Derwêş herçiqas dema ku li Kurdistanê bû, jiyaneke civakî û sosyal didomand û bi germî di nava şînî û şahiyên gel de bû jî, lê wî ev karê xwe li Ewropa hê jî berfirehtir kir. Li Ewropa wî xebatên xwe di nava gelek komên folklorî, orkêstrayên profesyonel domandin.

Di sala 1997an de berhemê Derwêş ya yekemîn (Kûra Çayê) di nava gel de hat weşandin. Piştî wê di sala 2000an de berhema wî ya duyemîn  Stranên Gelêrî ‘Xecê-Sîyabend’) derket û di nava muzîk hezên Kurd de bi germî hat pêşwazî kirin.

Sala 2004an jî berhemê Derwêş  yê bi navê (Şerê Girîdaxê) jî di nava gel de hat belav kirin.

Derwêş li xerîbî û jiyana dûrî Kurdistanê jî di nava şahî û dîlanên gelê xwe de cihekî pir girîng digire. Ji bona wê jî di nava gel de xwedî qedir û qimetek gelek mezine.

Kakşar Oremar
0 deng
(7.2k nirx)
Piştî Albûma xwe ya 2004 ê Hunermendê Kurd Derwêş Serhedî, sala 2007 ê 3 CD 100 sitran bi carekê ve weşandin. Ev CD bi sitranên gelêrî hatine amadekirinê.
Piştî 13 salan, sala îsal 2020 ê Hunermendê Kurd Derwêşê Serhedî Albûma xwe ya nû diweşîne.
...