Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
177
Di beşa Ferheng, peyv de (13.8k nirx)
Gelek perpêbûnî û zanavên zayendî hene. Wergera wan di gelek zimanên cîhanê de heman in. Lê belê zimanê kurdî yê dêrîn û dewlemend têra xwe dike. Kurd dikarin bi lêkolan û xebatên berfireh bo kurdî wergera peyvên biyanî yên ji her warî vebibînin. Min ji bo wergera kurdî ya têgiha 'pansexuel' bêjeya tevzayendbaz vedît.
 Gelo ev têgih tê çi wateyê?
 Kî tevzayendbaz in?

1 bersiv

0 deng
(13.8k nirx)
Tevzayendbaz (eng:pansexuel):
Kesên kişana wan a hestî, regezî / zayendî û romantîk/evînî li hember hemû berpêbûniyên zayendî û zanavên zayendî heye ne.
  Kesekî/e tevzayendbaz di heman demê de pirzayendbaz (eng:polysexuel) e jî. Ji ber ku kesên pirzayendbaz ne tenê ji zayendekê ji gelek berpêbûniyên zayendî bandorê werdigirin. Kesên tevzayendbaz jî duzayendbaz (eng:bisexuel)  jî di heman demê de pirzayendbaz in.
Cûdahiya di navbera tevzayendbazî û duzayendbaziyê de ew e ku kesên duzayendbaz ji her du zanavên zayendî yên bingehîn (jin-mêr) bandorê werdigirin lê belê kesên tevzayendbaz ji hemû berpêbûnî û zanavên zayendî bandorê werdigirin.
...