Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
163
Di beşa Dîrok de (27.4k nirx)
Referandûma Serxwebûna Kurdistanê çi ye?

1 bersiv

0 deng
(27.4k nirx)
Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, ew Referandûma başûrê Kurdistanê ye, ya ji bo xwestina welatekî serbixwe pêk hatî.

7 ê meha Êlûna sala 2017 han bi biryara çend partiyên Başûrê Kurdistanê, taybet bi giraniya PDK biryara pêkanîna Referandûmê di 25 ê meha Êlûnê de hate girtun.

Di serî de tevgera Goran paşê Komeleya Îslamî û PKK dijî vê biryarê derketin. Hetanî roja Referandûmê jî rexneyên tuj li biryara referandûmê girtin û Referandûm wekî leyistokeke welatên dagirker binav kirin.

Biryara Referandûmê, piştgirî ji hemî gelê Kurd yên herçar parça girt.

Goran û Komeleya Îslamî di roja talî de biryara piştgiriya Referandûmê girtin.

Referandûm bi serkeftî pêk hat û sedî. 92,73 niştecîyan ji bo welatekî serbixwe gotin "Erê"

Piştî Referandûmê di serî de îranê helwestê neyênî pêşn da û seferên firokên xwe yen bo Kurdistanê rawestandin. Paşê tirkî gefên mezin li Kurdistanê û bi taybet Barzanî xwarin.
Hikumeta Iraqê xwe amade kir bo êrîşî ser Kurdistanê bike.

Rêberê Kurd Barzanî beriya Referandûmê rastî helek helwest û hişyarîyên navdewletî hat.
...