Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
135
Di beşa Çand û huner de (26.5k nirx)
Hêvî group, grup, hevi

1 bersiv

0 deng
(26.5k nirx)
Danasîna Hêvî Group ê

Her dem û serdemên nû li gorî demên bihûrî bêtir xwedî lezgîniyekî zêdetir ya pêşketinê ye. Di dema me ya îro de jî lezgîniya pêşketinê ya salekê li gorî demê bihûrî beramberî lezgîniya pêşketinê ya deh salan li gorî hindek demên dîtir li gorî sed salan e. Di serdema me ya îro de jî jiyan, mirov, teknîk û civak gelekî zû pêş dikevin. Kesên di nava jiyana civakê de xwedî dewr û armancên mezinin jî bêgûman divê bi vê lezgîniyê bigihînin û karibin li gorî mebestên xwe serkeftinan bi dest bixim. Kes, sazî, dezgeh, karmend û kargeh ku vê rastiyê nedin ber çavên xwe û li gorî wê tev negerin, tû derfetên wan nîne ku temendirêj bin û karibin xwe li ser piya bigrin.

Mebestê me jî mezinin, em jî xwedî armancên giran û zehmetin. Em jî dixwazin ku di vê zîndariya ser rûwê vê erdê, vê zîndariya di wateyekê de seyr di wateyekê de temen kin û hesan bibin xwedî afrandêriyekî mezin.

Em Komekî projeyên mezin yê Kurdewarî ne. Em serbixwe ne, Em azadin û em di kar û projeyên xwe de bi dakokî ne. Wekî her kom û tevgerekî aborî an jî siyasî em jî xwedî rabihûrînekî ne. Gelik caran karên ku kesek dike di nava demê de dibe kom dibe tevger û dawî xwe dighîne girseyên mezin. Hêvî Group jî xwedî rabihûrînekî dirêj û bi azmûne. Bi salane em xwedanê Hêvî Group di nava karên Kurdewarî de xwedî kedekî mezin û kedekî bi nirxin. Hindek hevalên me di nava tenêtiya Titrkî û bêderfetiya civakî de, bi hêz û hunera xwe ya kesane berî bi bîst salan ji xwere di warê web û înternetê de, di warê karê bazirganî û dayîn û sitandinê de ji xwere defet û rêk vekirin û xwe gihandine astên bilind. Hindek hevalên me jî di nava karê Kurdewarî yê tekoşîna siyasî û leşkerî de, karê çandî û hunerî de berî bi bîst salan bi hêza xwe ya kesane di nava tekoşîna civakî de bûne xwedî ked û afrandêriyekî mezin. Eger hun bipirsin...Ev Hêvî Gorup bingehê xwe ji çi digre. Em jî bêjin em bingehê xwe, binemaya xwe ji kar û keda Kurdewarî û Pêşketina civak û teknîka bîst salên dawî digrin. Em encama kedekî mezinin.

Ji ber vê yekê jî em dibêjin ku Hêvî Group berî bi bîst salan dest bi karê xwe yê projeyên mezin û encamên mezin kiriye. Lê vê demê, di sala nû ya 2011 ê de Hêvî Group xwe bi vî navî bi rêk xistiye û wekî komekî hevbeş xwe radighîne.

Hêvî Gorup navê kar û projeyên Kurdewarî yên di warê torê, çand û hunerê, wêje û çapê, bazirganî û dayin û sitandinê ye. Hêvî Group bi gavên biçûk bingeha gavên mezin yê Projeyên Kurdewarî ye.

1- Hêvî Gorup komekî azad û serbixwe ya projeyên Kurdewarî ye, bi xwe ne tevgerekî polîtîk e lê bi kar û projeyên xwe di xizmeta siyaseta Kurd û Kurdistanê de ye. Di bin nîr û rêvebiriya tû kesek, hêzek an jî komarekê de nîne.

2-Hêvî Gorup; Hemî karên xwe yê aborî jî di navde bi aşkereyî bi rêve dibe û tu peywendiyê bi dizî û nihênî bi tû kesî re çênake. Bi her rengî di karê xwe de ji bo gelê Kurd û hevkarên xwe vekiriye.

3-Hêvî Gorup; Tenê bi Kurdî karê xwe bi rêve dibe û ciyê xwe yê kar berî herkesî ji bo kesên Kurd û ciwanên Kurdan vedike. Zimanê Kurdî zimanê me yê kar û xebatêye.

4- Hêvî Gorup; Ji bo herçar parçeyên Kurdistanê û Kurdên çardorê cîhanê tevdigere û bi çi rengî dibe bila bibe li ser navê xwe rêkê nade pevçûn û nakokiyên pûç yê navbera Kurdan û bi taybet jî yê nava karên xwe.

Rêbazên Sereke
1- Hertim li gorî pêşketina cîhanê û teknîkê avakirina projeyên nû û bi dakokî biserxistina wan.

2-Çi astengî derbikevin bila derkevin bi her rengî û bi her awayî hevkarî bi karmend, sazî, dezgeh, rêxistin, hikumet,hunermend, nivîskar, rewşenbîr, kargeh û herkesê Kurd ve em hevkarî bikin û bi yên ku bi mere di heman hizir û armancêde bin peymana hevkariya stratejîk daynin. Ji ber vê yekê jî em dikarin veya vekirî bêjin ku mebesta me nîne ku em bi tena xwe karan bikin û pêşbirkekî vala û pûç pêşve bibin. Hevkarî ji bo me mebest û armanca serekî ye.

3-Hemî proje û karên ku em bikin armanca me ya serekî yek jê hî eveye ku berjewendiyê çand û hunera Kurdî, berjewendiyê gelê Kurd di serî dene û ji xwe em bi derfetê xwe yê kesane kar dikin, piştî vê jî mebesta me ewe ku di warê aborî de jî xwe bighînin astekî mezin û sîstema sponsorî û reklamê derxine astekî mezin.

4-Em kar û projeyan wisan mezin bikin û birêk bixin da ku em karibin hêzekî aborî jî çêbikin, karibin merqeyên Kurdî li her deverê cîhanê ava bikin, mezin bikin û karibin van merqeyan bikin bingehê holekî bazarê ya kirîn û firotinê ya mezin.


Armancên Hêvî Group
Hêvî Group dikare armanc û mebestên xwe li gorî demê mezintir bike û ji were ragihîne.

Çend projeyên Hêvi Group

- Rewanbej.com
- Hertist.com
- Kurdhosting.net
- Gundubajar.com
- Kurdfm.com

Sponsoriya gelek projeyên muzik, film û pirtukan
Vekirina Gelek malperên Kurdewarî

Berpirsê giştî yê Hêvî Group ê, Agirî Soran e, Tevayî karê bernamedazî û teknîkê jî Xêro Mîrza pêk tîne.
...