Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
186
Di beşa Navdar de (27.4k nirx)
rastkir
Abdurrahman Önen, onen, kî ye?

6 Bersiv

0 deng
(7.5k nirx)
Der barê Abdurrahman Önen (Evdirehmanê Mahmûd) de.

Ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Di 24.02.1956an de hatîyê dinê. Dibistana seretayî û navendî li Dêrîkê, ya amadeyî (lîse) li Mêrdînê û zanîngeh li Stenbolê xwendîyê. (Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Wêjeyî, Beşa Erdnîgarîyê)

Piştî xwendina dibistana amadeyîyê sê salan li Dêrîkê cotkarî kirîye. Di sala 1976an de li Stenbolê bi cî bûye, ji sala 1976an heta 1980yî xwendina zanîngehê û karê tekstîlê bi hev re meşandîye. Di payîza sala 1980yî de, li Midyadê (navçeya Mêrdînê) dest bi mamostetîya erdnîgarîyê kirîye. Piştî deh mehan, ji ber hin sedemên sîyasî dev ji mamostetîyê berdaye.

Di sala 1984an de, car din li mamostetîyê vegerîyaye. Heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetîya erdnîgarîyê kirîye û di sala 2008an de malnişîn (teqawît) bûye.

Çend salan mamostetîya dersa Kurmancî û dersa kompîturê jî kirîye. Di destpêka salên 1990î de, hewldaneke mamosteyên Kurd a ji bo birêxistinbûnê dest pê kirîye. Mamosteyên ku xwestine di nav mamosteyên Kurd de xwendin û nivîsandina bi Kurdî geş bikin, ev armanc danîne ber xwe:

Pêkanîna arşîv û pirtûkxaneya perwerdeya bi Kurdî.
Wergera pirtûkên dersan ên bi tîpên Kîrîlî û Erebî ya ji bo tîpên Latînî.
Pêdekirina hemû pirtûkên ku li ser Kurdan hatine nivîsandin.
Xebatên ji bo nivîsandina pirtûkên dersên Kurdî.
Di vê çarçoveyê de, wî jî biryar daye ku ji bo erdnîgarîya Kurdistanê bixebite da ku wekî mamosteyekî Kurd Karibe dersa erdnîgarîyê bi Kurdî bide.

Di encama van xebatan de, di sala 2008an de pirtûka wî ya bi navê Ferhenga Erdnîgarîyê hatîye weşandin.

Ji sala 2013an ve gera xwe ya li Kurdistanê didomîne. Ji xeynî vê pirtûkê, pirtûkên wî yên li ser erdnîgarîya Wan, Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne.

 

Mevlüt Oğuz
Berpirsê Ragihandin û Medyayê WÎBê

WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKCÎ
(27.4k nirx)
Îro, 23.08.2021 ê, ji ber nexweşîya penceşêrê, Zanayê Kurd Abdurahman Onen koça dawî kir.
0 deng
(27.4k nirx)
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik:
Ez bi wefata welatperwerê Kurd Abdurrahman Önen gelekî xemgînim

Welatperwerê Kurd , kedkarê doza azadîya Kurdistanê, mamoste û lêkolînerê erdnîgarîyê kek Abdurrahman Önen ji ber nexweşîya penceşêrê(qansêr) îro li Stenbolê , di nexweşxaneyê de koça dawî  kir.

Kek Abdurrahman Önen, eve demeke tedawîya penceşêrê didît.  Lê mixabin penceşêrê zora wî bir û îro ji nav me koç kir.

Kek Abdurrahman Önen, di warê lêkolîna erdnîgarîya Kurdistanê de bi zimanê kurdî, bi hişmendîyeke neteweyî, niştimanî  bi awayekî zanistî  xebatên gelek hêja kiribû, dikir. Mixabin karên wî nîvco ma û koça dawî kir.

Ez bi wefata lêkolîner, nivîskar, kedkarê têkoşîna azadî ,rizgarî û serxwebûna  Kurdistanê mamosta kek Abdurrahman Önen gelekî xemgînim.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe,  li ser navê hemû rêvebir endam û alîgirên PAKê sersaxî , sebir û metanetê ji  kek Fuat Önen û ji hemû malbat û heval û hezkirîyên kek Abdurrahman Önen re dixwazim.

Serê gelê me sax be.
23.08.2021

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê
0 deng
(27.4k nirx)
Lezgînê çalî


ئەم یێن خودێی نە و بەر ب وی ڤەدگەررین. دیسا
 كوردەكێ دلسۆز ل باكورێ كوردستانێ ژ ناڤ مە باركر. ب باركرنا خوە وی سەیدایێ نەدیتی، سەیدایێ عەبدرەحمانێ ئۆنەن، خەمەكا مەزن ئێخست ناڤ دلێ من. ئەو چرایەك بوو ژ چرایێن كوردیتیێ ل باكور. ب مرنا كەسێن مینا ڤی كوردێ دلسۆز مەیدانا باكورێ كوردستانێ ژ تركمانجان را خوەشتر دبت. یێن كۆ بێھنا كوردبوونێ ژ وان دھات و بازێن بالافرر یێن چیایێن سەربلند یێن كوردستانێ بوون بار دكن و چیچكێن رەنگكری و بۆیاخكری یێن تركمانج یێن ناڤ قەفەس و ركەھێن فەرھەنگ و سیستەما تركان ل باكورێ كوردستانێ زێدە دبن.
مامێ ئەڤدرەحمان، جھێ تە بەھەشت بت و جھێ ڤالایێ تە ل باكور ب خۆرتێن خوینگەرم و كوردپەروەر تژە ببت.
0 deng
(27.4k nirx)
Şervan Agirî

Nivîskarê kurd Abdurrahman Onen îro Duşemê 23ê Tebaxa 2021an ji ber nexweşiya penceşêrê di 65 saliya xwe de li Stenbolê koça dawî kir.

Abdurrahman Önen  " 1956 - 2021 "

Nivîskar, rewşenbîr û welatperwerê Kurd e

Di 24.02.1956an de hatîye dinê.
Ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ye.

Dibistana seretayî û navendî li Dêrikê, ya amadeyî (lîse) li Mêrdînê, zanîngeh jî li Stenbolê, li Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Wêjeyî, Beşa Erdnigariyê xwendiye.

Piştî xwendina dibistana amadeyiyê, sê salan li Dêrikê cotkarî kiriye.

Di sala 1976an de li Stenbolê bi cih bûye, ji sala 1976an ve heta 1980an xwendina zanîngehê û karê tekstîlê bi hev re meşandiye.

Di payîza sala 1980an de, li Midyadê (navçeya Mêrdînê) dest bi mamostetiya erdnîgariyê kiriye. Piştî deh mehan, ji ber hin sedemên siyasî dev ji mamostetiyê berdaye.

Di sala 1984an de, cardin li mamostetiyê vegeriyaye. Heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetiya erdnîgariyê kiriye û di sala 2008an de malnişîn (teqawid) bûye.

Çend salan mamostetiya dersa Kurmancî û dersa komputerê jî kiriye.

Di destpêka salên 1990î de, hewldaneke mamosteyên Kurd a ji bo birêxistinbûnê dest pê kirîye. Mamosteyên ku xwestine di nav mamosteyên Kurd de xwendin û nivîsandina bi Kurdî geş bikin, ev armanc danîne ber xwe:

- Pêkanîna arşîv û pirtûkxaneya perwerdeya bi Kurdî.
- Wergera pirtûkên dersan ên bi tîpên Kîrîlî û Erebî ya ji bo tîpên Latinî.
- Pêdekirina hemû pirtûkên ku li ser Kurdan hatine nivîsandin.
- Xebatên ji bo nivîsandina pirtûkên dersên Kurdî.

Di vê çarçoweyê de, wî jî biryar daye ku ji bo erdnîgarîya Kurdistanê bixebite da ku wek mamosteyekî Kurd karibe dersa erdnîgarîyê bi Kurdî bide.

Di encama van xebatan de, di sala 2008an de pirtûka wî ya bi navê Ferhenga Erdnîgarîyê hatiye weşandin.

Abdurrahman Onen xwediyê du pirtûkên giring derbarê Erdnîgariya Kurdistanê de ye û pirtûkên wî derbarê erdnîgariya Agirî û Wanê de ne.

Navê pirtûkên wî wiha ne: “Erdnîgarîya Kurdistanê I: Agirî” û “Erdnîgarîya Kurdistanê – II: WAN”

Pirtûkên wî ji aliyê Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ve hatine çapkirin û weşandin.

Herwisa pirtûkên wî yên li ser erdnîgarîya Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne.

Ji sala 2013an ve gera xwe ya li Kurdistanê didomand.

Abdurrahman Onen beriya salekê bi nexweşiya penceşêrê ketibû û dihat dermankirin.

Onen îro 23yê tebaxê 2021, serê sibê li Nexweşxaneya Istinye ya bajarê Stenbolê koça dawî kir.

Xwedê te bi dilovanîya xwe şad bike mamosteyê ezîz .

#Jêder:

• Rudaw Tv
• Kurdistan24
0 deng
(27.4k nirx)
Ji birayê Abdurahman Onen, Fuat Onen,

Evdirehmanê Mahmûd(Abdurrahman Onen) vê sibê di saet 5an de xatir ji me xwest. Ev saleke nexweşîya penceşêrê laşê wî dagir kiribû, vê sibê dilê wî sekinî û ji nav me koç kir.
Evdirehman yek ji me bû. Me biratîyeke 65 salan, hevrêtîyeke 45 salan bi hev re bihurt. Wek me baş, wek me nebaş, wek me wêrek, fedakar, wek me bi kil û kêmasî bû, û hwd.
Emrê xwe li dû xeyalekê derbas kir. DI KURDISTANEKE SERBIXWE DE BI KURDÎ, DERSÊN ERDNÎGARÎYA KURDÎ dayîn bû ev xeyal. Mixabin wek bi sed hezaran kurd emrê wî têrê nekir.
Wesêt kiriye ku termê wî wek kadawra bê dayîn ji bo nexweşxaneya fakulteyekê. Da ku bi termê xwe jî xizmetê ji xwendekarên tipê re bike.
Dîsa wesêt kiriye ku şîna wî neyê girtin.
Ez pêl li dilê xwe dikim û pêl li wesêta wî nakim.
Wek wî xwest em ê termê wî teslîmî nexweşxaneya fakulteyê bikin û em ê şînê danehînin.
Hêvîdarim ku dost, heval û hezkirîyên Wî wesêta wî û helwesta min fahm bikin.
Bila serê hezkirîyên Wî sax be.

23.08.2021
0 deng
(27.4k nirx)
Miradxan Şemzînî.
23.08.2021

Îro me xeberekî nexweş dît li ser medyayê. Mamostayê Kurdistanî yê coxrafyayê Abdurrahman Önen koça dawî kiriye. Zor xemgîn bûm. Xweda lê xweş be û sebrê bo binemalê dixwazim.

20 roj berîya niha birayê wî birêz Fuat Önenî got ku niha tedawîyê dibîne ji ber nexweşîya penceşîrê. Me jî hêvî kirin ku zû jê rizgar bibe. Bes dîyar bû ku nexweşî zor dijwar bûbû.

Mamosta Evdirehmanî, kedeka zor dida ku derheqê coxrafyaya Kurdistanê kitêban amade bike. Kedeka nêzî 15-20 sal bûn. Ji gund û bajaran bigire heta çîya, rûbar û newalan seranser hemû bi rêk û pêk amade dikir û nexşe dikêşan. 2 kitêbên wî derketin û hindek jî ji bo çapê amade ne.

Daxwaz û kesera wî ya herî mezin ew bû ku rojek bê û dersên coxrafyaya Kurdistanê bi kurdî bide zarokên kurdan di xwendegehên kurdî da. Mixabin proje û daxwaza wî jî neçû serî.

Çend caran bi têlefonê em digel êk axivtin û min derheqê coxrafyaya Şemzînan (navên gund, çîya û rûbaran) da pêzanînên xwe bo hinartin. Gelek pê keyfxweş bûbû û gote min, gava min kitêba coxrafyaya Colemêrgê çap kir, bi destûra te ez ê helbesta te ya "Şemzînan" jî tê da cî bidimê. Ez jî gelek xweşhal bûbûm.

Yên ji me meztir hemû bi kul û keseran çûn û diçin. Nizanim ka em dê çi lê bên!!!
...