İkram Oğuz (bixwîne :...">

Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
+1 deng
510
Di beşa Navdar de (27.4k nirx)
Îkram Oguz kî ye?
Ikram Oguz kiye?

1 bersiv

0 deng
(7.6k nirx)
hilbijart
 
Bersiva herî baş

İkram Oğuz (bixwîne : Îkram Oẍuz) di sala 1962an da li gundeki Tekmanê, Xanbegîya Jêrin, ji dayîk bû. Mekteba ewil li gund, ya navîn û lîse jî li Erzirumê xwend. Di dema 12ê Îlonê da hate girtin. Di navbera salên 1984-88an da li Zanîngeha Îstenbolê Fakulta Îktisadê xilas kir. Çend salan li Îstenbolê di fîrmayeka taybetî da wek rêvebir xebitî. Bi destpêka sala 1992an da dest bi karê çapemenîyê kir. Di navbera salên 1992-94an da bû xwedî û berpisîyarê giştî yê Rojnama Azadî. Sedem nivîsên wî û xwedîtîya wî ya rojnamê di derheqê wî da bi sedan dawe vebûn û hate cezakirin... Di sala 1995an da derket dervayî welat, karên xwe yên sîyasî li Ewropa domand. Di dawîya salên 90’î da dest ji sîyaseta aktif berda û di fîrmayek taybeti da wek rêvebir xebitî. Di sala 2004’an malpera http://www.navkurd.eu damezrand. Ji wê demê vir da berpirsîyartîya malperê dike û di malperê da bi Kurdî dinivîsîne. Romana wî ya bi navê Mîro, di destpêka sala 2014’an da li Îstenbolê, di nav weşanên Weşanxana Do da derket. Mîro romana wî ya yekemîn e.

Nivîskar Îkram Oguz endamê Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd e û gotarên wî yên di derbarê Înîsiyatîfê de di malpera rewsenbir.com de têne weşandin. Di heman demê de nivîskarê Malpera rewanbej.com e jî.

...