Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
95
Di beşa Şer de (13.8k nirx)
Mîna serdemên borî mirov hêj jî şer dikin.Lê bi pêşketina pîşesaziya çekê ve mirov an jî artêş dikarin bi awayekî hêsantir bêhtir mirovan bikujin. Ev çekên pêşketî îro jî bi awayekî çalak têne bikaranîn.
Cara pêşîn kê ev çek dahênand?
Di kîjan şeran de hate bikaranîn?
Îro kîjan welat hildiberînin?
Kargîniya cureyên çekên komelkuj çi ne?
...

1 bersiv

0 deng
(13.8k nirx)
rastkir
 
Bersiva herî baş
Çeka komelkuj(bi kurtî:ÇK); navê çeka ku dikare bibe sedema komkujiyan e. Bi giştî çekên nukleerî, kîmyewî û zîndewernasiyî (bîyolojîk) bi vî navî tên bîranîn. Beriya niha jî dewleta Îraqê, Tirkiyê, Îranê ji bo nîjadkujiyên li ser kurdan çekên komelkuj li gelek deverên Kurdistanê bikar anîtin. Wekî mînak: Serdeşt, Zîlan, Mewkê, Ararat, Helebce, Sergelî û Bergelî,Dêrsim, Germiyan...
...