Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
157
Di beşa Çand û huner de (13.8k nirx)
Li gorî neteweya kurd her bihosta axa Kurdistanê pîroz e.Li gorî pêşiyên wan jî wisa bû.Di baweriya dêrîn ya kurda de afirîna Kurdistanê jî cih digirt.Li gorî ew dastanên kurda nîştimana wan a pîroz çawa afiriya?

1 bersiv

0 deng
(13.8k nirx)
Pêşiyê xweda cîhan afirand. Hemû rûbera cîhanê av bû, ax tunebû û lewra jî jiyan tunebû. Xweda ferman da serfirîşte da ku cîhanê bimeyînîne. Serfirîşte hate cîhanê, bi raye û şiyana ji xwedê wergirtibû cîhan ji xalek li ser wê(cîhanê) meyand. Pişte jî cîhan hêdî hêdî meyiya, ax pêk hat û parzemîn derketin holê.
Li gorî baweriya pêşiyên me ev axa ku pêşîtirîn afiriya "Kurdistana pîroz" e. Û ew xala; ew cihê ku serfirîşte lê cîhan meyand, Geliyê Laleşê ye.
Ji ber ku pêşiyên me bawer dikirin ku cîhan û lewra jî "nîştimana pîroz" roja çarşemê afiriye, roja çarşemê wekî nirxdartirîn roja hefteyê didîtin.
Geliyê Laleşê îro di nava sînorên Başûr de dimîne û beşek ji axa parêzgeha Dihokê ye.

TÊBINÎ: Ew çîrok heta îro jî bo kurdên êzidî ji gotinekê wêdtir rasteqînî bixwe ye.
...