Du cureyên serekê yên rayên jîndaran hene.
Ji rayên ku xwîna paqij hildigirin re xwînber, ji rayên ku xwîna qirêjî hildigirin re xwînhêner tê gotin.Ji ber ku hin peywirên wan jev cuda ne, ji aliyên kargînî û şêweyê ve jî cudahiyên wan hene.
XWÎNBER
-Bi giştî xwîna paqij(ji aliyê xurek û oksîjenê ve dewlemend) hildigirin.
-Xwînê ji navendê (dil) ber bi hawîrdorê ve dibe.
-Her ku ji navendê ber bi hawîrdarê ve diçe teng dibe.
-Mezintirîn xwînber; xwînbera sereke(şahra) ye.
-Dîwarê wê ji yê xwînhênerê stûrtir e.
-Vezenîtiya wê ji ya xwînhênerê bêhtir e.
-Ji çerm dûr, di bin tevînên kûr de ye.
...
XWÎNHÊNER
-Bi xwîna qirêjî (ji aliyê xurek û oksîjenê ve xizan) hildigire.
-Xwînê ji hawîrdorê ber bi navendê(dil) ve dişîne.
-Her ku ji hawîrdorê ber bi navendê ve diçe fireh dibe.
-Mezintirîn xwînhêner; xwînhênera sereke ya jêrîn û xwînhênera sereke ya jorîn in.
-Dîwarê wê ji yê xwînberê ziravtir e.
-Taybetmendiya wê ya vezenîtiyê hindik e.
-Nêzî çerm e û li hin cihan ji ser çerm ve xuya dike.
...