Xwînpestên; di warê tendirustiyê de pestoya xwînê ya di hundirê xwînberan de pênase dike.Ji bo herika xwînê pestoyek diyarkirî pêwîst e.Teraza ev sazûmana pestoyê bi kîsiha (quncif) dil û vezenîtiya xwînberan ve tê parastin.
Dema ku dil bi quncifê xwînê bi pestoyek diyarkirî dişîne xwînberan, pestoya hundirê xwînbera digihîje asta bilindtirîn.Ji vê pestoyê re "xwînpestêna mezin (di bijîşkîtiyê: pestoya sîstolîk)" tê gotin.
Bi sistbûna dil re jî vezenîtiya xwînberan dikeve dewrê.Pêşiyê xwînbera firehbûyî li ser xwînê pestoyekê disepîne û herika wê pêk tîne.Ji pestoya ku di vê navberê de daketiye asta nizmtirîn re jî "xwînpestêna biçûk(di bijîşkîtiyê: pestoya dîastolîk)"tê gotin.
Nirxên van pestoyan ên asayî wiha ne:
Xwînpestêna mezin (pestoya sîstolîk): 120 mm/hg
Xwînpestêna biçûk(pestoya dîastolîk): 80 mm/hg
Ji rewşa ketina nirxê xwînpestênê re "kêmexwînpestên", ji rabûna nirxên xwînpestênê re "pirxwînpestên" an jî "zêdexwînpestên" tê gotin.
...