Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
+1 deng
121
Di beşa Çand û huner de (26.2k nirx)
Çarşemba sor çi ye? Çarşemba,carsemba sor ciye?

1 bersiv

0 deng
(26.2k nirx)
Îro, 20 nîsanê, ango bi bîr û bawerîya êzdîyan cejna Çarşema Sor, wek rojek pîroz ji rojên ola Êzîdatîyê tê pîrozkirin. Ev cejn bi navên “Çarşemba serê salê“, “Cejna Tawisî Melek“, “Bûka Salê“ û “Roja Efirandina Cîhanê“ jî tê naskirin. Ev cejn, cejna civaka Êzdî ya herî mezin û watedar e ku ji kûraya dîroka qedîm dinisile û tê û wek sersala gelê me tê pîrozkirin.
 
Cejna Çarşema Sor, bi navê din “Çarşema serê Nîsanê“, li gorî dîn û baweriya civaka me, roja efirandina cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Çarşema Sor roja destpêka aştî û aramiyê ye. Xweza reng diguhêre di wê rojê de. Li gorî mîtolojî û baweriya Êzdiyan, berê cîhan hemû av bû. Bi dîharbûna miliyaketên Xwedê re dinya tê meyandin. Wê rojê Tawus-î Melek ji ezmana dîhar û nazilî erdê bûye. Lewma jî li gelek ciyan wekî cejna Tawus-î Melek tê pîroz kirin.
 
Em hêvîdar in ev cejn tifaq û yekbûna me xurt bike û ji me re aştî û azadiyê bîne!
 
Radyoya Ria taza bernameya xwe ya îroyîn pêşkêsî  rê û rizmên pîrozkirina cejna Carşema Sor, her wiha bi navên din wek: Çarşemba serê salê, Cejna Tawusî Melek, Çarşemba serê Nîsanê dike û hemû radyoguhdarên xwe bi wê cejna ezîz bi dil û çan bimbarek û pîroz dike.
 
Amadekar û rêvebirê bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Riataza
...